Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 54. de ye
Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 54. de ye
Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 54. de ye
Li bajarê Fransa Strasbourgê, nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tê girtin, di hefteya 54. de ye. Bi çalakiya nobedê re her roj bi sedan kes der heqê prisgirêka Kurd û rewşa Ocalan de tên agahdarkirin.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd di 25'ê Hezîrana sala 2012'an de li ber Konseya Ewropayê destpê kir, roja 370. li dû xwe hişt. Endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) duh çalakî dewir 4 welatiyên Kurd ên ji bajarê Elmanya Dusseldorfê hatin kirin.
Endamên koma nû, duh di roja destpêkê ya çalakiyê de bi sedan belavok belav kirin û îmze berhev kirin. bi taybetî tûrîst û ciwanên li bajêr digerin, pêwendiyeke mezin nîşanÎ çalakiyê didin. Di çarçoveya kampanya ji Ocalan re Azadî de bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî belavok tên belavkirin. Çalakgerên nobedê broşurên bi sernavê "Ocalan kiye?" belav dikin.
Ji çalakgeran Haydar Arslan ya ji koma Dusseldorfê agahî da ANF'ê û diyar kir ku nobeda ji bo azadiya Ocalan çalakiyeke watedar e, û got, "Armanca me destpêkê sererastkirina mercên jiyanê yên Rêber Apo ye, dûre jî ji bo selametiya pêvajoyê, serbestberdana wî ye."
Endamên koma Dusseldorfê her weha ji bo ravekirina pirsgirêka Kurdan û rewşa Ocalan ji biyaniyan xwestin, Kurdên bi Îngilîzî û Fransî dizanin, alîkariyê bidin çalakiya wan. Çalakgeran bal kişandin ser girîngiya piştgiriya Kurdistaniyên li Strasbourg û derdora wê.
OCALAN Û PIRSGIRÊKA KURD JI DEHHEZARAN RE HAT VEGOTIN
Çalakiya Nobedê ya ji Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd re azadî ji 25'ê Hezîrana sala 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewropayê ji aliyê komên ji 4 heta 7 kesan tê meşandin. bi wesîleya yekemîn salvegera çalakiyê, roja Sêşemê mîtîngek hatibû lidarxistin û encamên hatibûn wergirtin, bi girseya gel re hatibû parvekirin.
Çalakî bi beşdariya gel û nûnerên saziyan ên ji çar aliyên Ewropayê tê û heta niha nêzî 8 hezar îmze hatine berhevkirin. Di çalakiyê de bi dehhezaran broşur hatin belavkirin û her roj ji sedan kesan re pirsgirêka Kurd û rewşa Ocalan tê vegotin.