Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 53. de ye

Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 53. de ye

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li bajarê Fransa Strasbourgê bêdem tê girtin, saleke xwe dagirt. Di 1. salvegera çalakiya nobedê de wê sibê li ber Konseya Ewrûpayê mîtîngek bê lidarxistin.

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li bajarê Fransa Strasbourgê ji 25'ê Hezîrana sala 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewrûpayê bêdem tê girtin, saleke xwe temam kir. Çalakiya nobedê vê hefteyê endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) dewir girt. Du jê jin 5 çalakgerên ji Rojhilatê Kurdistanê yên nobedar, ji malbata Guneşer a li Awûstûralyayê dijîn, piştgiriyê dibînin.

Endamên Yekitiya Jinên Demokratîk a Kurdistanê (YJDK) Kejal Şêx Mûhammedî, Zozan Rohilatî û Karwan, Kawa Maroyî û Emîr Babekirî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, nobed ji koma ji bajarê Elmanya Essenê dewir girtin. Kurdistaniyên li Awûstûralyayê dijîn Sabîre, Îsmaîl û Genco Guneşer jî bi armanca piştgirîdayîna komê nobedê digirin.

Çalakgerên nobedê, li gel baranê jî ji roja yekşemê û vir ve belavok belav kirin û îmze berhev kirin. Çalakger bi taybetî li pêwendiya ciwan û tûrîstên li bajêr digerin rast tên û bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî belavokan belav dikin.

JI JINÊN KURD Û EWRÛPÎ BANGA XWEDÎDERKETINA LI OCALAN

Ji çalakgeran Kawa Maroyî da xuyakirin ku ji ber çalakî li ber Konseya Ewrûpayê pêk tê xwedî girîngiyeke stratejîk e û anî ziman ku divê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li her qadê dewam bikin. Maroyî bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn kir ku beşdarî mîtînga sibê ya li ber Konseya Ewrûpayê bibe.

Endamên YJDK'ê Kejal Şêx Mûhammedî û Zozan Rojhilat jî ji jinên Kurd xwestin, ji bo azadiya Ocalan hîn bêtir têbikoşin. Endamên YJDK'ê dan xuyakirin ku divê girîngiya Ocalan dide azadiya jinê ji tevahiya jinên li Ewrûpayê re bê vegotin û piştgiriya wan bê stendin.

Sabîre Guneşer a ji Awûstûralya hatiye û ji bo piştgiriya çalakiyê 2 rojan nobedê digire bang li Kurdistaniyan kir ku ji niha û pê ve hîn bêtir xwedî li vê çalakiyê derkevin. Guneşer destnîşan kir ku divê her Kurd ji bo jiyaneke bi hev re ya li ser axa Kurdistanê, têkoşîna xwe deweam bike.

Îsmaîl Guneşer jî ragihand ku ew bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk a zimanê gelê Kurd qedexe kiriye û di warê aborî, siyasî û çandî de Kurdistanê talan dike, li vir in û di heman demê de welatên Ewrûpa yên piştgiriyê didin dewleta Tirk şermerzar dikin. Îsmaîl Guneşer anî ziman ku azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne û destnîşan kir ku divê heta azadiya Ocalan çalakiyên bi vî rengî dewam bikin.

SALEKE XWE TIJÎ KIR

Nobeda bi şiyara "Ji Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî yên Kurd re azadî" ji 25'ê Hezîrana sala 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewrûpayê tê girtin, her hefte ji aliyê komên ji 4 an jî 7 kesan tê meşandin. Bi wezîleya 1. salvegera çalakiyê, sibê bi beşdariya Kurdên li Ewrûpayê dijîn wê mîtîngek bê lidarxistin. Di çalakiyê de heta niha zêdeyî 7 hezar îmze hatine berhevkirin. Çalakiya nobedê beriya niha ji aliyê hunermend, nûnerên saziyên baweriyan û rojnamevanên Kurd ve hatibû meşandin.