Nivîskarên Kurd şervanê YPG/YPJ'ê ziyaret kirin

Nivîskarên Kurd şervanê YPG/YPJ'ê ziyaret kirin

Heyetek Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê çû eniyên pêş ên bajarokên Til Koçer û Rebîa û serdana şervanên YPG/YPJ'ê û pêşmergeyan kir. Serokê YNKS'ê got : "Em soz didin bi nivîs û pênûsên xwe bibin dengê şervanên YPG'ê û YPJ'ê."

Heyeta Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriye (YNKS) ku ji serokê yekîtiyê, rêveber û endamên wê pêk dihat ji bo serdana eniyên şer û şopandina rewşa şervanên duh ji bajarê Qamişlo berê xwe da çeperên pêş ên şervanên YPG/YPJ’ê û pêşmergeyên li bajarokên Til Koçer û Rebîayê.

Heyeta  YNKS'ê li bajaroka Til Koçerê ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl, Fermandara YPJ’ê Adar Şengal ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Fermandara YPJ’ê Adar Şengal bixêrhatina heyeta YNKS'ê kir. Adar Şengal bal kişand ser rola rewşenbîr û nivîskarên Kurd di vê şoreşê de.

Adar diyar kir ku pêwîst e zêdetir rewşenbîr û nivîskarên Kurd bi nivîs û berhemên xwe bibin dengê şoreşa Rojava. Piştî axaftina Ferdamandara YPJ'ê Adar Şengal, Serokê YNKS’ê Dîlawer Zengîn axivî û bal kişand ser berxwedaniya şervanên YPG/YPJ'ê û wiha got: "Çawa îro YPG û YPJ’ê bi qehremaniya xwe deng dane cîhanê. Em jî soz didin bi nivîs û pênûsên xwe bibin dengê şervanên YPG'ê û YPJ'ê."

Dîlawer armanca vê serdana xwe wiha diyar kir: "Weke nivîskar û rewşenbîrên Kurd me xwest ji nêz ve şervanên ku xwe îspat kirine û bûne parêzvanên gelê Rojava ziyaret  bikin."

Piştre helbestvanê bi navê Ebû Xalid Dilbirîn helbesta xwe ya ku ji bo berxwedana Kobanê nivîsandî, ji şervanên YPG/YPJ'ê re xwend.

Piştî helbestê heyet bi Fermandara YPJ'ê Adar Şengal re rûnişt û li ser rewşa dawî ya Rojava, taybet jî rewşa Kobanê axivîn.

Heyetê piştî bajaroka Til Koçerê berê xwe da bajaroka Rebîa ya Başûrê Kurdistanê. Heyetê li Rebia jî serdana şervanên YPG/YPJ'ê yên ku di eniyên pêşde ne kir. Ji wir jî heyetê berê xwe da eniyên ku pêşmerge lê ne. Pêşmergeyan bixêrhatina heyetê kir. Pêşmergeyan diyar kirin ku li eniyên pêş nivîskarên Kurd ew ji bîr nekirine û hatin serdana wan. Her wiha ji bo serdana heyetê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Heyet piştî bidawîkirina serdana xwe vegeriya Qamişlo.