Nîjadperestî li Stockholmê rastî nerazîbûna tund a gel hat
Afîşên reklamê yên partiya nîjadperest û dijminê biyaniyan Demokratên Swêdê, ku li dijî Romenan li metroya Stockholmê daliqand, rastî nerazîbûna gel hat.

Li ser banga bi rêya Facebookê hat kirin re bi hezaran kes li Meydana Normalstorgê, partiya nîjadperest û dijminê biyaniyan şermezar kirin. Piştî xwepêşandanê bi sedan kes daketin metroyê û tevî hemû tedbîrên polîsan jî afîşên Demokratên Swêdê daxistin.
Ji ciwanan Emma Demîngûez diyar kir ku ji bo şermezarkirina afîşên partiya nîjadperest û dijminê biyaniyan ên li dijî Romenan û şermezarkirina rayedarên Stockholm Lokal Trafîlk (SL) ên destûr dan daliqandina van afîşan, wan xwepêşandan organîze kirine. Domîngûez ji rêveberiya SL xwest ku lêborînê ji Romenan bixwaze.
Ammîe Barmme Sey ku banga xwepêşandanê kir got, "SL xizmetê dike ku propaganda nîjadperestiyê were kirin. Di tevahiyana xwe de min cara yekê dît, ku propagandeyeke ewçend vekirî ya nîjadperestiyê tê kirin. Ev yek min ditirsîne. Komek ji mirovan weke qirêjiya divê bê paqijkirin tê dîtin."
Di xwepêşandanê de nûnerên sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl jî, di axaftinên xwe de partiya nîjadperest û rêveberiya SL a derfetê propagandayê da wê, şermezar kirin. Bi hezaran kesên li meydanê civiyan dirûşmên "Em li kolanên xwe nîjadperestiyê naxwazin", "Bimirine faşîzm" û "Bijî piştevaniya navneteweyî" qîriyan.
Di vê navberê de Mufetîşiya Edaletê ya Parlamentê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo were lêkolînkirin afîş xwedî naveroka sûc e yan na, lêpirsîn hatiye destpêkirin.