Nifûsa Japonyayê her kêm dibe
Di nava welatên pêşketî de ya ku herî zêde bi pirsgirêka kêmbûna nifûsê re rû bi rû ye Japonya ye. Nifûsa vî welatî daket asta herî kêm a 15 salên dawî. Li gorî hejmarên dawî, nifûsa Japonyayê ev 4 sal in kêm dibe.

Li gorî daneyên ji aliyê hikûmeta Japonyayê ve hatine weşandin, daket asta sala 2000'î. Li gorî par ji sedî 0.17 (215 hezar) kêm bû û weke 127 mîlyon 83 hezar hat tespîtkirin. Di nava vê hejmarê de biyaniyên demeke dirêj e li welêt e, hene.
Nifûsa mirovên ji 65 salî mezintir 1.1 mîlyon zêde bû û gihaşt 33 mîlyonî. Hejmara yên 14 salî û jê biçûktir jî negihaşt nîvê vê hejmarê.
Li Japonyayê dema jiyanê ya navînî 86.2 sal e û ji ber rêjeya kêm a ji dayik bûnê, li vî welatî pirsgirêkeke giran a nifûsê heye. Ji bo bersivdayîna li lêçûnîn teqawîtiyê, Japonya divê di warê aborî de her tim mezin bibe û qadên kar biafirîne.
Tevî vê pirsgirêka giran jî Japonya hînê ji aliyê qebûlkirina karkerên koçber mûxafazakar e.
Li gorî texmînan nifûsa Japonyayê wê di sala 2060'î de dakeve 86.7 mîlyonî. Ji sedî 40 ê vê nifûsê jî wê mirovên ji 65 salî mezintir bin.