'Nêzîkatiya ji Kobanê re nêzîkatiya ji Kurdan re ye'
'Nêzîkatiya ji Kobanê re nêzîkatiya ji Kurdan re ye'
'Nêzîkatiya ji Kobanê re nêzîkatiya ji Kurdan re ye'
Koordînasyona Krîzê ya Kobanê rapora du mehan aşkera kir. Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa tê meşandin û wiha axivî: "Nêzîkatiya li hemberî gelê Kobanê û vîna wê nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e. Divê hikûmet samîmî nêzîk bibe û li gorî ruhê peymanên navneteweyî tebigere." Ayhan banga seferbertiya alîkariyê li her kesî kir.
Berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 59'an de bi hemû hêza xwe didome. Koordînasyona Krîzê ya Kobanê ku ji KCD, DBP, HDP, HDK, Şaredariya Pirsûsê û Komeleya Piştevanî û Alîkarî ya bi Rojavayiyan re pêk tê li ser sînor xebatên xwe dimeşîne. Koordînasyona Krîzê ya Kobanê rapora 2 mehan a der barê rewşa Kobaniyan de amade kiribû li Konbajarê Arîn Mîrkan ji raya girtî re aşkera kir. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevserokê DBP'a Rihayê Celalettîn Ekmen, endamê Meclîsa Partiyê (PM)'ê yê HDP'ê Mehmet Doymaz, Hevserokê BDP'ê yê Pirsûsê Îsmaîl Kaplan û endamê Komeleya Piştevanî û Alîkarî ya bi Rojavayiyan re Faruk Tatli tevlî daxuyaniyê bûn.
Li ser navê koordînasyonê parlamenter Îbrahîm Ayhan daxuyanî da.Ayhan diyar kir ku ew ji Konbajarê Arîn Mîrkan bang li cihanê dikin û got ku ev bangawaziya wan ji hemû mirovahiyê re ye. Ayhan da zanîn ku du meh in taşeronên hêzên navneteweyî û dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dikin. Ayhan anî ziman ku ji bo kurd û Kurdistanê bê statu bihêlin êrîş dikin û wiha axivî: "Kengî gelê Kurd ji bo jiyana azad vîna xwe diyar kirine; her tim bi êrîşan re rû bi rû mane û di komkujiyan de hatine derbaskirin." Ayhan ev bang li hikûmeta AKP'e kir: "Bila samîmî nêzîkî bibe û li gorî ruhê peymanên navneteweyî tevbigere. Dest ji hesabên polîtîk berde û bi rêzdarî nêzîkî 200 hezar Kobanî û gelên li ba Kobanê ye bibin."
17 HEZAR KOBANÊYÎ LI PIRSÛSÊ NE
Ayhan destnîşan kir ku welatiyên li Pirsûsê bi cih bûne bi pirsgirêkên tenduristî, bicihbûn û jiyanî heye û pêde çû: "Divê pirsgirêka bicihbûnê demildest were çareserkirin. Bi 6 hezar û 100 welatiyên ku li du konên AFAD'ê dimînin re 17 hezar û 256 welatî li konan dimînin. Di navbera 180 hezar û 190 hezar welatî ji Kobanê hatin Pirsûsê. Ev welatî di nava şert û mercên bêtenduristiyê de dijîn. Ev jî rewşeke kambax e."
Ayhan anî ziman ku mijara tenduristiyê bi serê xwe pirsgirêkek cidî ye û wiha domand: "Welatiyên ku li AFAD'ê qeyda wan tune ye ji bilî beşên lezgînî ji tu xizmetên tenduristiyê sûdê wernagirin. Welatiyên li konan dimînin bi pirsgirêkên wekî jiyanî, germkirin û tenduristî re rû bi rû ne. Di vî alî de pêwîstiyên cidî hene û divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ger ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin rê li ber nexweşiyên belav dibin vebe."
Ayhan bang li her kesî kir ku divê her kes xwedî li gelê Kobanê derkevin û anî ziman ku heta ev çete ji Kobanê bên derxistin dê têkoşîna wan bênavber bidome.