Ne raperîn, projeya qirkirinê!

Ne raperîn, projeya qirkirinê!

Civata ji nû ve avakirina Dêrsimê, bi munasebeta 76. salvegera darvekirina Seyid Riza û hevalên wî, daxuyaniyek weşand. Civatê di daxuyaniya xwe de got, "Li Dêrsimê raperîne, serhildanek nebû, projeya qirkirinê ya bi plan a dewletê hebû."

Di daxuyaniya civatê de hat ragihandin ku hesabê kuştin û qirkirina beriya 76 salan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hînê nehatiye dayîn û bal hat kişandin ser qirkirina gelên Ermenî, Suryanî, Rûm û Kurd.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di mijara qirkirina Kurdan de Dêrsim xwedî cihekî girîng e û hat gotin, "Çand,, nasname, bawerî, dîrok û kevneşopiya Dêrsimê ya hewl dayîn were tinekirin û ji bîrkirin, bi zextên giran re rû bi rû ne. Qirkirina Kurdan bi vê rêbazê dewam dike û ev yek herî zêde li Dêrsimê tê meşandin. Îro çand, nasname, bawerî û kevneşopiya Dêrsimê bi înkar û tinekirineke giran re rû bi rû ye.

Ruhê vegera li cewhera xwe ya têkoşîna azadiyê ya Kurd afirand û parastina Kurdayetî û Elewîtiyê, dewlet û yên di bin fermana wê de ne, bêzar kir.

Ji ber vê yekê, berê Dêrsimiyan didin nasname, bawerî û kevneşopiyên tinene û hewl didin ji cewherê ve wan parçe bikin.

Dêrsimî dê bi dilsoziya bi bîranîna Seyîd Riza û hemû şehîdên Dêrsimê re van lîstikên nexêr pûç bikin û di salvegera 76. de îlana dilsoziya bi Seyid Riza bikin û lîstikên dijmin vala derxînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê dewlet destê xwe ji Dêrsimê vekişîne û dawî li lîstikên xwe yên qirêj ên li hemberî Dêrsimê bîne û hat gotin, "Em bang li hemû kes û saziyên di bin navê 'nasnameya Dêrsimê' de hatine lîstikên qirêj ên dewletê dikin, ku xwe nêzî van lîstikên xayîn nekin."