Navenda Saziya Nûrî Dêrsimî li Kobanê hate vekirin

Navenda Saziya Nûrî Dêrsimî li Kobanê hate vekirin

Bi silogana "Bi hev re ber bi ramanê azad ve" Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê navenda xwe ya bajarê Kobanê bi merasîmekê vekir.

Di çarçova xebatên perwerdeya ramyarî de ku Saziya Nûrî Dêrsimî ya Ramanê li seranserî herêmê Rojavayê Kurdistanê birêve dibe, duh li bajarê Kobanê navenda saziyê bi merasîmekê hate vekirin. Merasîma bi silogana "Bi hev re ber bi ramanê azad ve"  bi beşdariya bi dehan endamên saziyên civaka sivîl hate lidar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê desteya rêvebir ya Saziya Nûrî Dêrsimê Sefqan Hemê derbarê girîngiya perwerdeya  ramyarî û avakirina civaka azad de axivî.

Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Laleşîn Kobanê jî di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku navend dê bibe cihê avakirina mirov û civaka exlaqî  û demokratik.

Navend ji aliyê dayikên aşîtiyên yên bajarê Kobanê ve hate vekirin.