Nav bi nav çeteya fûhûşê ya Sêrtê
Nav bi nav çeteya fûhûşê ya Sêrtê
Nav bi nav çeteya fûhûşê ya Sêrtê
Li Sêrtê, kesên bi salan li navendên fûhûşê yên bişavtina exlaqî cih girtin, behsa çeteya fûhûşê kirin. Çete, weke projeyek şerê taybet ji aliyê rayedarên dewletê ve tê rêvebirin.
Enver A. û endamên din ên çeteyê yên 9 sal in di nava çeteya fûhûşê de cih digirin, der heqê cih û navbeynkarên çete bikar tîne, girseya dixwaze biherimîne û rayedarên ewlekariyê û dewletê yên çeteyê bi rêve dibin û diparêze de, agahiyên balkêş dan.
POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ: DI ŞÛNA KEVIR BIAVÊJE DE BILA FÛHÛŞÊ BIKIN!
Plana Şark Îslahat a Îlona sala 1925'an ku weke nexşeyeke rê ya dejenere û asîmîlekirina Kurdan hat amadekirin, yek ji bajarên lê hatiye rêvebirin Sêrt e. Ev bajar, di heman demê de weke navenda gelek pêkanîna e. Li Sêrtê ku pêkhateyên cûda yên civakî li gel hev dijîn, ji bo cemaat, rêxistinên cûda yên sûc û hêzên paramîlîter, weke navendekê bal kişand.
Polîtîkayên civakî yên fermî yên dewletê jî li Sêrtê bi taybetî li ser saziyên perwerde û hîndekariyê, komele û kampanyayên xwendinê tê meşandin. Dûrxistina keç û xortên Kurd ji çand û kevneşopiya xwe, dejenere û Tirkkirina wan, ji avabûna Komarê û vir ve tevî Sêrtê li tevahiya bajarên Kurdistanê weke "plana çalakiyê ya lezgîn" bicih hat anîn.
Li hemberî siyaseta Kurd a li dijî van polîtîkayên xerakirina exlaq û asîmîlasyonê derdiket, dewletê helwesta xwe ya dijber di kesayetiya Waliyê Sêrtê de bilêv kir: "Di şûna ku kevir biavêje de bila fûhûşê bikin!"
RÊBAZA ŞIKANDINA VÎNÊ: DESTAVÊTIN
Fûhûş, bêguman çeka herî bi bandor a dewletê ye ku dixwaze bandorê li hucreyê civakê bike. Ev çek jî herî zêde li Dibistana Seretayêi ya bi Pansiyon (PÎO) û Dibistanên Herêmê yên Seretayî (YÎBO) ne. Dewlet bi rêya van dibistanan dixwaze çand û zimanê Kurdî bi xwendekaran bi taybetî jî bi xwendekarên keç bide jibîrkirin. Bi vê armancê nêzî 300 dibistan vekiriye. Ev dibistanên di dema AKP'ê de hejmara wan zêde bûn, ji mêj ve li Kurdistanê weke mertalên leşker û polîsan û navendên avakirina takekesên nû yên Kurd ên ji bo dewletê, tên dîtin.
Destavêtin ku ji aliyê hemû deshilatdariyên Tirkiyê ve weke metoda teslîmgirtin û şikandina vînê hat bikaranîn, li "YÎBO" yên pêşxistina wan ji aliyê Desteya Ewlekariya Millî ve jî hat "pêşniyarkirin" weke rêbazeke "perwerdeyê" her tim di rojevê de hat hiştin. Di salên 90'î de, leşkerên Tûgaya Çiyê û Komando ya Bolûyê li gel bajarên Kurdistanê dest avêtin mirovan û ev bûyerên qirêj bi salan hatin veşartin. Hin bûyerên di rojên dawî de rû ban, hemû awir zîvirand ser Sêrtê. Doza N.Ç. ya li Mêrdînê, destavêtina 8 leşkeran a li Çewlikê li keçeke Kurd, bûyerên destavêtina zarokên keç û xort ên li bajarên cûda yên Kurdistanê nîşan didin ku ve rewş bi tenê bi Sêrtê ve sînorkirî nîne.
Bûyerên destavêtinê yên li YÎBO ya navçeya Sêrt Berwariyê û dibistanên din ên seretayî yên cûda, hînê berçav in. Dozên destavêtinê yên leşker, polîs, mudurên dibistanê, alîkarên muduran, kesên ji malbatên navdar ên Sêrtê û esnafan, hînê bi hinceta "veşartî" tê meşandin, encamek jê derneketiye. Sedem û armancên pişt van bûyeran jî hînê nehatine zelalkirin.
YÊN ÇETEYA FÛHÛŞÊ BI RÊXISTIN DIKIN
Li Sêrtê polîtîkayên tên meşandin, bi tenê bi destavêtinên li saziyên perwerdeyê sînorkirî nîne. Emniyet, artêş û burokrasiya dewletê bi rêya navbeynkaran, hewld idin malbat û xizmên şehîd û gerîlayan bikşînin nava çirava fûhûşê.
Endamên çeteyê dibêjin ew hewl didin endamên çeteyê weke kesên "welatparêz" di nava civakê de bidin naskirin û dixwazin bi taybetî kesên xizmên wan li gerîla, zîndan an jî di siyaseta legal a Kurd de cih digirin, bigirin nava çeteyê. Endamên çeteyê dibêjin; "qelskirina mûxalefeta civakî, kêmkirina sempatiya ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdisatnê û dijberkirina têkoşînê, armanca wan a sereke ye."
Muşteriyên herî baş ên çeteya fûhûşê ya ji aliyê Emniyeta Sêrtê, Muduriyeta Herêmê ya Asayîş, Walîtî û Qeymeqamiyê ve tê rêvebirin, leşker û polîs in. Navendên rêxistinbûyîna fûhûşê ya li Sêrtê jî Dibistana Bilind a Pişeyî ya Polîsan a Sêrtê, lojmanên çawişên pispor, gelek qereqol, şûbeyên leşkeriyê û komalên bi piştgiriya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ve hatiye avakirin e.
Mudurê Emniyetê ya Sêrtê Cûma Alî Aydin, Waliyê Sêrtê Ahmet Aydin, Mudurê Şaxê Asayîşê û çawişên pispor Îsa Acar û Nûrettîn ê paşnavê wî hat veşartin, bi tenê çend ji rayedarên dewletê yên hewl didin çeteya fûhûşê birêxistin bikin û biparêzin.
BAZIRGANIYA NARKORTÎKÊ Û BIKARANÎNA WÊ
Mijareke din a girîng ku divê bi fûhûşê re were bilêvkirin, bêguman narkotîk e. Wesaîtên ji bo birin û anîna nakortîkê tên bikaranîn, ji ber yên endamên emniyetê ne, li nuqteyên kontrolê qet nayên rawestandin. Bi vî rengî trafîka narkotîkê dimeşe. Ev kesên mijara gotinê bi çavgirtinê re li trafîka narkotîkê para xwe digirin. Endamên çeteyê diyar dikin ku gava van rayedarên dewletê para xwe kêm dibînin, îxbar dikin û narkotîkê didin girtin.
Endamên çeteyê radigihînin ku kesên dixin nava çirava fûhûşê bi narkotîkê re wan teqeze dîl digirin û haya muduriyetên emniyetê yên şaxê asayîşê û emniyeta giştî, ji vî karî hene. Endamên çeteyê diyar dikin ku Walîtiya Sêrtê, Emniyet û Jenderme pêşeniya vî karî dikin û bi taybetî jî ew hewl didin ciwanên di saziyên legal de cih digirin û xwedî sekneke demokratîk in, hedef digirin.
Yek ji endamên çeteyê yê îdîa dike ji nava çeteyê derketiye, armanca wan weha tîne ziman: "Armanca bingehîn a dewletê, bişavtin û tinekirina hêza bingehîn a civakê ciwanan e. Bi vî rengî dixwaze di warê exlaqî dê bêbandor bihêle û jiyana civaka polîtîk bombebaran bike. Mijareke din a balkêş jî ew e ku bi taybetî yên tên bikaranîn xizmên welatparêzan, gerîla û girtiyên li zîndanan e. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku çiqasî bi organîze tê meşandin û navenda wê kî ye."
ÇETE ÇAWA KAR DIKE?
Endamên çeteyê radigihînin ku jinên di vî karî de tên bikaranîn bi giranî ji Sêrtê ne û tînin ziman ku jinên bi rêya înternetê hatine iyarkirin bi ewlekariya dewletê û parastinê ji bajarên din ên Tirkiyê tên anîn, ji wan re ajokar tê tayîn û weke xebateke dem kin û dem dirêj, ji hev tên veqetandin. Endamên çeteyê diyar dikin ku hin ji jinên tên bikaranîn bi salan li Sêrtê dimînin, hin ji wan timî diçe û tên Sêrtê û di berdêla 50 TL de li navendên tê zanîn, bên bikaranîn.
Di nava çeteyê de dabeşkirina kar jî balê dikşîne. Tê gotin pirraniya endamên çeteyê Ereb in. Beşek ji wan ji bo fûhûşê cih amade dike, beşek ji wan der heqê pirsgirêkên gengaz de bi emniyetê re mijûl dibe û hin ji wan jî ji bo dîtina muşteriyan dixebitin. Agahiyeke din a gelekî balkêş jî ew e ku endamên çeteyê di nava xwe de perwerdeyê dibînin. Yên ajokarî û parast,na jinên fûhûşê dikin, der heqê liv û tevgera wan de ji aliyê endamên xwedî ezmûn ên çeteyê ve tên perwerdekirin.
Çeteyên fûhûşê ji sê çar komên cûda pêk tên. Hin ji wan carna rastî emniyetê tên jî, hin ji wan jî di lîsteya "dest li wan nayê dayîn" a emniyetê de cih digirin. Endamên çeteyê radigihînin ku gava bi emniyetê re hin pirsgirêkan dijîn, weke endamên çeteyê civînan lidar dixin, ji pirsgirêkan re "çareseriyê" derdixînin.
Endamên çeteyê diyar dikin ku birin û anîna jinan ji bo qereqol û şantiyeyan ji aliyê yin taksîvanên diyar ve tê kirin û dibêjin di nava çeteyê de esnaf, taksîvan, mamosteyê dibistanan, çawişên pispor, polîs, îtirafkar û hin kesên xwe weke "welatparêz" didin naskirin, cih digirin.
HIN CIH Û KESÊN JI BO FÛHÛŞÊ TÊN BIKARANÎN
Endamên çeteyê, der heqê cih û kesên di nava çeteyên fûhûşê de cih digirin, ev agahî dan:
Hin cihên ji bo fûhûşê û peydakirina muşteriyan tên bikaranîn: Otelên bi navê ozer 1 û 2, Salona taştê ya Kervan a li nêzî girê Kiz, Dikana Kebaban a li girê Kiz (Emîne Ereb), mala kesê bi navê Suleyman ê li pişt dibistana seretayî ya Cûmhûriyetê ya li ser rêya Erûhê, Pastaneya Dîlan a li kolana Gureş a li ser rêya Gokçebag, Dikana (Bîlal Azrak ê bi navê kod Mûstafa), bayiya bîra ya li Hûzûr 2, seha sporê ya li nêzî Lîsteya Îmam Hatîp.
Hin kesên di çeteya fûhûşê de weke serkêşan cih digirin: "Bakî Yildiz ê di heman demê de xebatên JÎTEM'ê dimeşîne, Îsa Yildiz û kesê bi navê Selo, Kasap Bekîr Erdemcî, Garisali Amonî, Mehmet Kaçar, Hîkmet Tetîk, Halîs Cengîz, Reşît Tetîk, Haci Kenanê Ereb, Hasan Sevgîn, Mamosteyê Dibistana Seretayî ya Fatîhê Îhsan Yildiz, Mûrat Erol ê li kolana Ozgenê karê pêlavan dikir û salekê ji ber fûhûşê girtî ma, xwediyê dikana li pêşberî şûbeya leşkeriyê Ramazan, Çetîn Tûran ê li nêzî mizgefta Melîh rûdinê, Birayên Ereb ên bi navê Nûsret, Denîz, Yahya û Uzeyîr.
Hin kesên ji jinên fûhûşê dikin re ajokarî û parastinê dikin: Fehmî yê li taxa Aygul, cemal Aksû yê sewaxiyê dike, Qutmisili Îbrahîm.
Hin kesên di nava çeteya fûhûşê de karên cûda dikin: Veysel Aydin, Raûf Haman, Hûrdaci Kenan, Şehmûs Tîmûrtaş, Halîl Elînç, Selahattîn Atlak û jina wî Risga, Sitki Celen, Behçet Toprak, Cemîl Beydogan, A. Gaffûr Tûrhan, M. Alî Dûrgûn, Cemîl Eroglû, Abdûllah Ekîncî, Zubeyîr Gezen, birayê Amonî Cano, ji gundê Basî Mûrat, kesên bi navê Mehmet û Nûsret ên karê zabitatiyê dikin.
Hin jinên din nava fûhûşê de cih digirin: Zeynep Mînas ê muşteriyan dibîne û bi polîs û çawişên pispor re herî zêde di nava têkiliyê de ye, Ceylan a bi Ceyla tê zanîn, xuşkên Ayşe û Fatma, Dîlek a ji Dîlokê ya bi navê kod Denîz, dîsa Sîbel û Arzû yên ji Dîlokê, Rîzelî Ruya, Elîf a li mala Ceylan kar dike, Bahar û Saadet (Bi giranî li otela Ozer dixebite), koçberê Îzmîrê Denîz û jina çawişê pispor Dîda.
Endamên çeteyê yên jin diyar dikin ku jina bi navê Fîlîz a endama çeteyê ye, der heqê bûyerên destavêtinê yên li Sêrtê û rayedarên dewletê yên di van bûyeran de cih girtin de, xwedî agahiyane.