NATO hêza mudaxeleya bilez zêde dike

Tifaqa Atlantîk NATO ya li gelek deverên cîhanê şerên aşkera û veşartî bi rê ve dibe, wê efektên hêzên mudaxeleya bilez zêde bike.

Tifaqa Atlantîk NATO ya li gelek deverên cîhanê şerên aşkera û veşartî bi rê ve dibe, wê efektên hêzên mudaxeleya bilez zêde bike.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “NATO armanc dike ku efektên hêza mudaxeleya bilez ji 13 hezarî derxe 30 hezarî.”

Sekreterê Giştî yê NATO diyar kir ku rewşa ewlekariya li Ewropayê bi awayekî radîkal rastî guhertinê hatiye û Rûsya ji ber çalakiyên agresîf ên li hember Ukrayna bi binpêkirina rêzikên navneteweyî sûcdar kir.”

Stoltenberg got ku wê komeke hişyariyê ya ji 5 hezar leşkeran pêk tê ava bikin.