Nasnameya gerîlayên li goristana şehîdan a Amedê hatin veşartin

Nasnameya gerîlayên li goristana şehîdan a Amedê hatin veşartin

Fermandariya Qada Navîn a Amedê ya HPG'ê, nasnameya 170 gerîlayên di demên cûda de di şer de jiyana xwe ji dest dan û li goristana şehîdan hatin veşarin eşkere kir.

Di daxuyaniya li ser navê Fermandariya Qada Navîn a Amedê de hat destnîşankirin ku bi saya berxwedana şehîdên di refên gerîla de jiyana xwe ji dest dane, gelê Kurd gihaştiye vê qonaxê û hat ragihandin ku mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman "PKK partiyeke şehîdan ", "Şehîd cewhera jîndar a PKK'ê ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser bingeha berxwedana şehîdan PKK hîn bi hêz cihê xwe li ser sehna dîrokê digire û hat gotin; "Piştî şerê 2011-2012'an hat dîtin û qebûlkirin ku bi hemû hêzên cîhanê û çekên cîhanê êrîşî PKK'ê bikin jî, wê li hemberî dilê bi giyan û bawerî yê PKK'ê têk biçin. Gava berxwedana Gelê Kurd a li Sûriyê li vê rewşê zêde bû, hêzên dijber serberjêr bûn û neçar man xwe biavêjin hewara Rêberê me."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dewama çêkirina qereqolan û komkujiya 28'ê Hezîranê ya di encamê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da hat nirxandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nerazîbûna gelê me yê Licê ya li dijî çêkirina qereqolan, divê bibe helwesta tevahiya gelê me. Helwesta gelê herî bi rêxistn û dînamîk ê Rojhilata Navîn gelê Kurd a l dijî operasyon û qereqolan, helwesta şehîd Kendal e. Ti nirxên li ser vê axê hatine qezençkirin, bêberdêl nînin."

Daxuyanî weha bi dawî bû: "Li vê axa pîroz, mirovên herî bedew li hev civiyane. Ev goristana şehîdan cihê pîroz ê mirovên serî rakirine, li ber xwe danê û ebedî bûne ye. Yên li vê goristana şehîdan radizên, şervanên herî bi rûmet ên welatê Kurdistanê, şervanên herî mezin ên netewa Kurd in. Yen li binê vê axê radizên Xeyrî, Nûda, Egîd, Bêrîvan, Amed in. Rastiya me ya jiyanê ne. Roniya siberojên me, rûyê bi rûmet ê mirovahiyê ne."

Piştî daxuyaniyê navên 170 gerîlayên li goristana şehîdan a Fermanariya Qada Navîn a Amedê hatine bicihkirin, hat eşkerekirin. Navê gerîlayên HPG'ê weha ne:
"Gerîlayên di 1'ê Tîrmeha sala 1999'an de li Sasonê şehîd ketin
Ferdî Ozgen (Amed) Fermandarê Eyaleta Garzanê, ji Pasûrê
Servet Kalin (Palû) Agirî Tûtak..Nasnav (Firat) Amedî
Fevzî. Bedran.
Kazim Yeşîlhan (Ekrem Ozan) Hezex
Ahmet Volkan (Îzzet) Ji Edenê beşdar bû.
Osman Altindag (Kendal Amed) ji Pasûrê
Îbrahîm Hemo (Tayîp Tolhildan) ji Efrîne
Mûharrem Yildirim (Aslan) ji Licê
Bi nasnav (Milîtan) ji Rojav
Bi nasnav Cengîz (ji Efrînê)
Bi nasnav Serdar, ji Başûr
Bi nasnav Çektar ji Rojava
Bi nasnav Laşer ji Dêrsimê

Gerîlayên di sala 1998'an de li Çiyayê Hasandin şehîd ketin

Nûman Sason (Fermandarê Komê)
Kahraman Ozer (Kahraman) ji Xelfetiyê
Yilmaz Tad (Şêxmûs) ji Licê
Mahmût Dûrmûş (Mervan Dêrsim) Îzmîr
Recep Dîngîlî (Dilgeş Sabrî) Efrîn,
Umran Karataş (Garzan Tolhildan) Misric
Beşîr Karakûş (Xemgîn Ayten) Farqîn
Cengîz Dîkkay (Hawar Zinar) Baykan
Şahabettîn Irmak (Kahraman Hîzan) Tetwan
Nûrhak Ûgûrlû (Azîz Botan) Erûh. Kenan Gîrîç (Devran) Tetwan
Hasan Alî Bîndal (Hasan) ji Xelfetiyê
Nîhat Yakût (Samat) ji Pasûr
Nezîr Ertûgrûl (Erûh) Nasnav Rizgar Mêrdîn

Gerîlayên di 23'ê Nîsana sala 1997'an de li Çiyayê Şelê şehîd ketin

Eyup Balyecî (Alî) Hezro
Cîhan Kaya (Felat) Amed
Alî Kizilkaya (Orhan) Edene
Abdulkerîm Toprak (Ramazan) Êlih
Mehmet Aras (Sîpan) Mûş
Necmî Aslan (Evrîm Welat) Bîsmîl
Gulîstan Yalçin (Dozdar) Edene
Medîhe Altindag (Rêda) Pasûr
Ayhan Yildiz (Mahsûn) Kocaelî
Bengî Balûr (Sînan Kendal) Berwarî
Mehmet Dalkan (Hogir) Îskenderûn
Mûharrem Dolge (Dûman) Kocakoy
Nûrettîn Bayçû (Fîdel) Milazgîrt
Gulbahar Çeper, Cizîr
Mehmet Koşan (Cemal)
Kadrî Îlhan (Amed)
Bi nasnav Zîlan a bi paşnav Ûlûkan
Bi nasnav Halîm, j gundê Derkam ê Licê
Bi nasnav Bawer

Gerîlayên di 16'ê Mijdara sala 1999'an de li Çiyayê Şelê şehîd ketin

Mehmet Serkeft (Cengawer) Keler
Recep Tûran (Mahîr Baran) Hezro
Bi nasnav Zinar, Manîsa Salîhlî
Bi nasnav Mizgîn, Colemêrg
Bi nasnav Garîn, Efrîn
Bi nasnav Tola, Suleymaniye
Bi nasnav Lokman Amed, Qamişlo
Bi nasnav Batûfa, Sêrt
Bi nasnav Rojhat, Amed
Bi nasnav Şiyar, gundê Licok ê Licê

Gerîlayên di 21'ê Çileya sala 1997'an de li Qada Apê Mûsa şehîd ketin

Ji gundê Mehmê, Nûrtem
Bi nasnav Şahîn

Gerîlayên di 5'ê Sibata sala 1998'an de li gundê Şawo yê Farqînê şehîd ketin

Bîlal Fîdan (Dijwar) Pasûr
Celal Yanik (Lezgîn) Dara Hênê, Çewlik
Nasnameya gerîlayê sêyemîn nehat peydakirin

Gerîlayê dis ala 1999'an de şehîd ket

Semîr Hîkmet (Celal Întîkam) ji Rojava, Heleb

Gerîlayên di sala 1994'an de li Geliyê Godarnê şehîd ketin

Bi nasnav Mizgîn, Konya
Gerîlaya jin Têkoşîn
Gerîlayê ji Meletiyê yê bi paşnav Kaya
Bi nasnav Hamza Hazrolû
Her weha nasmeya 10 gerîlayan nehatin kifşkirin

Gerîlayên di sala 1998'an de li Qada Şehîd Remzî şehîd ketin

Hîkmet Turban (Mahsûn) Êlih
Bi nasnav Serhat Dogûbeyazit ê bi paşnav Çelîk
Bi nasnav Şîmel, Farqîn
Gerîlaya jin a bi nasnave Têkoşîn, ji Sêrtê

Gerîlayên di 11'ê Kanûna sala 1998'an de li gundê Misrif ê Licê şehîd ketin

Bi nasnav Hesen, ji Rojava
Hasan Togak an jî Hasan Tarla. Bi nasnav Serhat an jî Ferhat Azad, Êlih an Baykan

Gerîlayên di sala 1993'an de li gundê Rîz ê Hênê şehîd ketin

Ozgur Hayaloglû
Nasnameya du gerîlayên jin û gerîlayekî mêr nehat peydakirin

Gerîlayê di sala 1996'an de li gundê Melê yê Licê şehîd ket

Baran Zamani bi nasnav Ercan, Colemêrg

 Gerîlayên di salên 1997 û 1998'an de li gundê Herta yê Pasûrê Şehîd ketin

Bi nasnav Serkan, ji Xelfetiya Rihayê

Gerîlayên di sala 1997'an de li Karazê şehîd ketin

Hacî Ozer (Garzî) Lice
Nasnameya sê gerîlayan nehatin peydakirin

Gerîlayên di salên 1994 û 1996'an de li Çiyayê Sisê yê Licê şehîd ketin

Mehmet Bozkûş (Çiya) Lice
Abdulbasît Ok (hemdem) Gundê Tîlalo

Gerîlayên di sala 1995'an de li Çemê Sarûmê şehîd ketin

Bi nasnav Niyazî
Nasnameya gerîlayekî nayê zanîn

Gerîlayên di sala 1992'an de li Gundê Entax ê Licê şehîd ketin

Bi nasnav Newroz

Gerîlayên di 11'ê Gulana sala 1995'an de li Gundê Sinê yê Licê şehîd ketin

Nezîr Korkmaz (Hamza Belengaz) Mûş
Fatma Andan (Berfîn) Çewlik
Abdurrahîm Ornek (Hêzil an jî Avreş) Bismil

Gerîlayên di sala 1998'an de li gundê Milika yê Pasûrê şehîd ketin

Bi nasnav Xwedevan
Bi nasnav Piling
Bi nasnav Kendal

Geîlayê din sala 1990 de li gundê Hêlîn ê Pasûrê şehîd ketin

Nasnameya 4 gerîlayan nayê zanîn

Cenazeyê gerîlayekî di sala 1992'an de li bejahiya Hezroyê di şer de jiyana xwe ji dest da û tê texmînkirin ji Farqînê ye.

Cenazeyê gerîlayê bi nasnav Agît ê di sala 1990 de li Goristana Gundê Kerwas ê Licê hat veşartin

Cenazeye gerîlayekî li gundê Birazeyne yê Pasûrê şehîd ket

Cenazeyê gerîlayê bi nasnav Huseyîn ê ji Mêrdînê, di sala 1992'an de li qada Girêsor ê Pasûrê şehîd ket

Cenazeyê gerîlaya jin a bi nasnav Şevîn a di sala 1991'e de li Çewlikê şehîd ket û li gundê Cellik ê Licê hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya jin a di sala 1997'an de li gundê Hamzali di şerê li hemberî cerdevanan de şehîd ket û li gundê Herîbê yê Sasonê hat veşartin

Gerîlayên di navbera salên 1990 û 1999'an de li herêmên Dorşîn Simetax ên Pasûrê û Şenyayla yê Mûşê şehîd ketin.

Cenazeyên hevalên me Canda, Sema, Axîn, Têkoşîn û Berçem ên di sala 2010'an de li qada Şehîd Remzî yê ji ber jehrbûna ji ber gazê şehîd ketin."