Nasnameya 10 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayî hate aşkera kirin

Nasnameya 10 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayî hate aşkera kirin

Komîteya Şehîdan a KCK’ê nasnameya 10 gêrîlayên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji destdane aşkera kir. Komîteya Şehîdan a KCK’ê ragihand ku, “Ew bingehê çavkaniya hêza me ne, ew paşeroj, roja me û pêşeroja me ne. Bersiva herî baş ya em bidin bîranînên wan, azadkirina gel û azadkirina weletekiye.” Komîteya Şehîdan a KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Wana tiştek din ji me nexwest. Em dizanin ku, niha gorên gelek şehîdên me tune ne. Lê belê ji xwe Wana ji me negorek, welatek azad xwestibû. Ji ber vê çendê bersiva ku herî baş em bidin wana, Kurdistana ku tune dihate hesibandin û înkarkirin, di nava Rojhilata Navîn de bi awayek heybet azadkirine! Bîrdariya ku şehîdên me jî rihet têde birazên eve! Sonda ku em hercar dubare dikin û tucaran jê dernekevin jî eve!”

Komîteya Şehîdan a KCK’ê di daxuyaniya dayî de anî ziman ku, gelê Kurd di dîrokê de gelê herî kevne, her wiha ji ber ku dixwaze bi zimanê xwe, çanda xwe bi awayek azad çarenûsa xwe diyar bike, hebûna û rûmeta wê tune tê hesibandin. Komîteyê destnîşan kir ku, li ser vî bingehî bi çemkekî mêtîngerî ku dixwaze wana ji holê rake re rû bi rû ne. Komîteya Şehîdan a KCK’ê destnîşan kir ku, “Pêwîste pê were bawer kirin ku, em dê li hemberî yên ku hemû pêngavên aştiyê ên em di avêjin weke lewazî dibînin, destê ji bo aştiyê hatiye dirêj kirin bi zêdekirina êrîşan re hewil didin bişkênin û hêzên ku dixwazin gelê me mehkûmî pêşerojekî bê rûmet bikin, em dê di xebata şehîdên xwe de heta kesek ji me jî dimîne dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em dixwazin bê zanîn ku, heta êşên dayîkên Kurdistanê ji kokê ve bidawî bibin û ji bo li welatê me jiyanekî azad û birûmet ava bikin, di bin her şert û mercan de dê bi awayekî fedaiyane şer bikin û bi bibiryarbûnekî pir mezin dê tekoşîna xwe bilind bikin. Em ji dil bawer dikin ku, li ser armanca bingehîn a şehîdên me ên qehreman, gelê me dê li ser xeta Rêbertiyê ya di avakirina welatekî azad û demokratîk de, berxwedana xwe ya biheybet dê hin zêdetir bilind bike û bigehe serkeftinê.”

Di daxuyaniya hatî dayîn de nasnameya 10 gêrîlayan jî aşkera kir:

 “Kod: Heja Kela Meme

Nav: Adnan Kandemir

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1969, ÊLIH

Navê Dayîkê: Fatma

Navê Bav: Ridvan

Dîroka tevlîbûnê: 1992 ÊLIH

Dîroka şahadetê: 03.10.1994 – Behdînan

Kod: Mazlum

Nav: Tahir Oktay

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1978, Gever

Navê Dayîkê: Alime

Navê Bav: Mustafa

Dîroka tevlîbûnê û cih: 1993, Gever

Dîroka şahadetê: 22.08.1997 – Başûrê Kurdistanê, Rewanduz

Kod: Bêrîtan

Nav: Ruken Tabar

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1978 - Qers Tozan

Navê Dayîkê: Latife

Navê Bav: Musa

Dîroka tevlîbûnê: 1992 Bûrsa

Dîroka şahadetê: 25.04.1996 – Hindiv- Amed

Kod: Cahide Amed

Nav: Sadie Alkiş

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1977 – Gunê Dayvere /Kerboran-Mêrdîn

Navê Dayîkê: Gulsum

Navê Bav: Sabrî

Dîroka tevlîbûnê: 10.04.1992 – Kerboran

Dîroka şahadetê: 1995 – Zagros – Pîran

Kod: Navdar

Nav Tacettin Subaşi

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1974 – Gundê Kullu Dere, Xîzan – Bedlîs

Navê Dayîkê: Gulperî

Navê Bav: Amadin

Dîroka tevlîbûnê: 1992 Stenbol

Dîroka şahadetê: 21.11.1993 – Botan Besta

Kod: Sozdar Mêrdîn

Nav: Aysel Yaman

Cihê Dayîkbûnê:  Gundê Merane, Kerboran – Mêrdîn

Navê Dayîkê: Meryem

Navê Bav: Salih

Dîroka tevlîbûnê: 1991 – Gundê Merane, Kerboran – Mêrdîn

Dîroka şahadetê: 1997 – Girê Çadira – Zagros

Kod: Welat

Nav: Cemal Aydin

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1971 – Gundê Bîlgîlî, Dih – Sêrt

Navê Dayîkê: Guler

Navê Bav: Ramazan

Dîroka tevlîbûnê: 1991 – Mêrsîn

Dîroka şahadetê: 1993 – Çatak – Botan

Kod: Medya

Nav: Sabahat Ekinci

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1980, Mêrsîn

Navê Dayîkê: Fatma

Navê Bav: Zekî

Dîroka tevlîbûnê: 1992 Mêrsîn

Dîroka şahadetê: 23.07.1993 – Şîrwan – Garzan

Kod: Bêrîtan Deniz

Nav: Dilan Erişen

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1985 Erdîş – Wan

Navê Dayîkê: Azize

Navê Bav: Îsmet

Dîroka tevlîbûnê: 2003, Wan

Dîroka şahadetê: 12.02.2010 – Metîna

Kod: Bahar

Nav: Leyla Yakut

Dîroka dayîkbûnê û cih: 1979 – Gundê Yanikçay, Westan – Wan

Navê Dayîkê: Fadile

Navê Bav: Vedat

Dîroka tevlîbûnê: 1997 – Garzan

Dîroka şahadetê: 20.01.1998 – Pasûr – Amed