Namzetên Şaredariyan ên Amedê diyar bûn

Namzetên Şaredariyan ên Amedê diyar bûn

Li Navenda Amedê û 8 navçeyên Amedê ji bo namzetên şaredariyê pêşhilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinan de namzetên Amedê diyar bûn. 

Navenda Giştî ya BDP'ê bi boneya namzetên şaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rezan, Sûr, Peyas, Bajarê Nû, Farqîn, Bismil, Çinar û Liceyê diyar bike di saetên serê sibehê de dest bi hilbijartinê kir. Delege çûn ser sindogan û ji bo namzetên şaredariyan diyar bike dengê xwe bikar anîn. Hilbijartin li Salona Sporê ya Rezan, Navenda Çandê ya Cegerxwînê ya Peyasê, Salona Resepsiyona Qada Jiyanê ya Sumerparkê, Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin, sindoq hatin avakirin û delegeyan dengê xwe bikar anî. Pêşhilbijratinê heta saet 17.00'an berdewam kir. Pişti hilbijartinê namzetên Amed û navçeyên Amedê diyar bûn. Di hilbijartinê de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Navçeya Peyasê Mehmet Ali Aydin, Naveya Sûrê Seyît Narîn, Navçeya Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Navçeya Çinarê Ahmet Cengîz, Navçeya Liceyê Rezan Zogurlî, Navçeya Bismilê Cemile Eminoglu, Navçeya Farqînê jî Yuksel Budakçi hatin hilbijartin. Li navçeya Rezan jî hêjmar didome.