‘Muxalefetê hewl da ku hemû nasnameyên cuda tune bike’

‘Muxalefetê hewl da ku hemû nasnameyên cuda tune bike’

 Li Zanîngeha Bogazîçî ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê panela bi navê “Astên Şoreşa Rojava” hate lidarxistin.

Înîsiyatîfa Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) ya Bogazîçî, bi armanca ku balê bikişîne ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi nave “Astên Şoreşa Rojava” panelek lidar xist. Panel li Salona Ayhan Şaheng a Navenda Çandê ya Zanîngeha Bogazîçî hate lidarxistin.

Di panela ku gelek xwendekaran tevlî bûn de, Hevserokê HPD’ê Ertugrul Kurkçu, parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, rojnamevanê Rojavayî Berzan Îso, rojnamevan Arzû Demîr, akademîsyen Seda Altug, nûnera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî wekî axaftvan amade bûn. Her wiha hem ji Rojava hem jî ji Bakûrê Kurdistanê bi riya telekonferansê tevlîbûn çêbûn.

Rûniştina yekem a panelê bi axaftina rojnameger Berzan Îso dest pê kir. Berzan îso, dîroka Kurdên Rojava û têkiliya wan a bi rejîmê re vegot û bal kişand ser nêzikahiyên dewleta Suriyê ya li hemberî Kurdan û polîtikayên dewletê yên erebkirina Rojava û gelê Kurd. Îso destnîşan kir ku heman polîtîka di dema Hafiz Esad de jî dewam kiriye û wiha dom kir: “Ambargoyeke aborî Ii ser kurdan hebû, malbata min bi xwe bi rojan ji ber ku gubre biriye, hatibû îşkencekirin.”

Îso, got ku piştî destpêkirina pêvajoya şoreşê li Rojava modela nû hatiye avakirin û xwest ku hemû kes xwedî li vê modela ku dê ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mînak, xwedî derkevin.

Nûnera ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî heyecanbûna xwe ya li hemberî geşedanên Rojava anî ziman. Yolerî ev tişt anîn ziman: “Medyaya tirkan, dema kurd raperîn pêk anîn, kurdên Rojava wekî dijmin dîtin û tirsiyan. Hebûna PKK’ê ya li vê derê hebûna YPG’ê ya li Rojava li cem tirkan tirsek mezin xistibû. Lê em li ber vê pir kêfxweş in. Ne tenê ji bo kurdên Rojava, lê di heman demê ji bo kurdên Bakur jî ev raperîn pêngavek bû. Ji aliyê mafên mirovan ve em binêrin her tişt bi mafan ve girêdayî ye, hem di şeran de hem jî aşitiyê de. Komeleya mafên mirovan her tim bi penaberan re dixebite. Ji ber ku Tirkiye bu warê penaberan. Lê bi taybetî ez dikarim bêjim ku li Tirkeyê ‘yên din’ ên wekî kurd, elewî, jin qet nayên hezkirin. Heman tişt ji bo kesên ku ji Rojava hatine jî heye. Li hemberî wan neyîniyeke mezin heye. Lê belê di navbera kesên ku ji Suriyeyê hatine jî gelek cudahî hene. Ew ên ku nêzî AKP’ê ne, zêdetir di kampan de (200 hezar kes) diminin, lê 300 hezar kes li derveyî kampan in. Dewlet ji bo wan hin tiştên wekî perwerdehî, tenduristî û hwd. pêşkêş dike. Ev yek ji bo wan baş e û jiyana wan hêsantir dike, lê belê meseleya mezin ji bo kesên ku li derveyî kampan de ne heye. Ew kes naxwazin biçin kampan. Ji ber hin nakokiyên etnîk, tacîz û tecawîzê naxwazin biçin vê derê. Ji ber vê yekê di kampan de jî pirsgirêk derdikevin, yên ku naxwazin li kampan bimînin zêdetir kurd û elewî ne. Ew jî zêdetir tên bajarên mezin, lê belê ji gelek mafan bêpar in. Li parkan radizan piştre me bihîst ku li hin deveran bi taybetî cihên ku kurd li wir in, mal ji xwe re peyda kirin. Bi maeşeke gelek kêm hewl didin jiyana xwe dewam bikin. Ji ber vê kurd bi pirsgirêkên mezintir rû bi rû dimînin.”

SÎHANOK: DIVÊ RASTIYA ROJAVA BÊ NASÎN

Li ser navê PYD’ê jî Sîhanok Dîbo bi riya skype tevlî panelê bû û wiha got: “Dîrok nîşanî me da ku li her welatekê kurdan wekî hêzeke damezirîner rol lîstiye. Berî şoreş dest pê bike, kurd berî vê bi deh salan bi serhildana Qamişloyê amadehî kir. Kurdan pêşengiya vê şoreşê kir, lê dema şoreş veguherî çekdariyê, vê demê kurdan xwe bi rêxistin kirin û civaka xwe hem ji aliyê civakî ve hem jî ji aliyê siyasî ve parast. Vê yeke gelek tişt di civaka Rojava û ya Suriyê de guhertin. Kurd bi pêvajoya demokratîkbûna Suriyê bawer bûn, niha jî heman tişt tê gotin. Muxalefetê hewl da ku hemû nasnameyên cuda tune bike û li ser vê esasê şer kirin li hemberî kurdan. Lê ya ku em dixwazin ev e ku em hemû nasnameyan û olan di nava xweseriya demokratîk de bidin jiyandin. Divê Rojava bê naskirin û bê dîtin ku hemû gel li vê derê dikarin xwe îfade bikin. Ev yek di rêveberiya demî de jî hate dîtin. Çeçen, kurd, ereb û kesên ji olên cuda tevlî rêveberiya demî bûn.”

Panel bi axaftina rojnamevan Arzû Demîr û Parlamentera BDP’ê Ayla Akat Ata dom dike