Muslim: Kurdan li Rojhilata Navîn tovê demokrasiyê çandin
Muslim: Kurdan li Rojhilata Navîn tovê demokrasiyê çandin
Muslim: Kurdan li Rojhilata Navîn tovê demokrasiyê çandin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe re tovê demokrasiyê li Rojhilata Navîn çand û got, "Demokrasî çandek e. Mîna tovekê ye, divê were çand, avndan û parastin. Demokrasî bê parastin nabe, lazime were parastin da ku mezin bibe."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, bû mêvanê televîzyona Dîjle TV ya li Amedê ji ser satalaytê weşanê dike û bersiv da pirsên Koordînator Giştî yê Televîzyonê Hasan Sancar.
GIRTINA DERIYÊ SÎNOR NE RAST E
Muslim girtiya deriyê sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku ev yek ne tenê pirsgirêka girtina deriyê sînor e. Muslim bibîr xist, ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji mêj ve ked û xebatek daye meşandin û hewl tê dayîn ev xebat were hejandin. Muslim bal kişand ser hebûna Meclîsa Rojavayê Kurdistanê û Meclîsa Mislimanan a Kurdên li Sûriyê û got, "Hin hêz ji van hez nakin, wan naxwazin. Lewma lîstikan dileyzin."
Hevserokê PYD'ê ragihand, ku diviyabû hukûmeta Federal a Kurd li Başûrê Kurdistanê deriyê sînor negirta û di vê mijarê de weha axivî: "Divê hukûmeta herêmî bê alî be. Dibe ku hûn bi partiyeke siyasî re li hev nekin. Lê eger hûn rabin derî bigirin, hûnê gel bê derman, bê xwarin, bê vexwarin, nexweşan bê tedawî, xwendekar jî bê perwerde bihelin. Ev ne rast e.
PROTOKOLA HEWLÊRÊ DEWAM DIKE
Muslim bal kişand ser rêxistinbûyîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir, ku tevî kêmasiyan jî xebatên dorfireh tên meşandin û got, "Asayîş ava bû, yekîneyên parastina gel ava bûn. Lê aliyek dibêje, ev tine ne, ji nedîtî ve tên. Eger bi tenê li aliyekî guhdarî bikin, li aliyê din guhdarî nekin, wê agahiyên şaş derkevin holê. Girtina sînor ne rast e, divê vebe. Pêwîste biryarên Hewlêrê bên parastin. Ev peyman ji bo me girîng e. Gel, nexweş, xwendekar çiqas ji me bin, ewqas jî ji wan e."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ragihand ku ew di warê siyasî, leşkerî bi her awayî dikarin xwe biparêzin û destnîşan kir, ku tevlêbûna li nava refên YPG'ê zêde dibin. Muslim got, "Li Akademiyan jî ciwan tên perwerdekirin. Bi îhtimala herî xerab, eger em nikaribin xwe biparêzin, beriya gerîla emê bang li Pêşmergeyan bikin. Em hemû xuşk û bira ne, ti cûdahiya me ji hev tineye. Heta niha pêwistiya me bi ti kesî nebû."
Muslim da xuyakirin ku ew li bendê ye ev krîza girtina deriyê sînor di demeke kin de çareser bibe û deriyê vebe.
"HERÊMA EFRÎNÊ STRATEJÎK E, BI ZANEBÛN ÊRIŞ DIKIN"
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim êrişên dawî yên li dijî Efrînê jî nirxand û diyar kir ku herêma Efrînê cihekî stratejîk e û qada Şêrawa ya li vê derê jî gelekî girîng e. Muslim got, "Li vê derdorê gundên Kurdan hene. Li nêzî vir jî balafirgehek heye. Eger vê herêmê têxin destê xwe, wê hemû herêmê kontrol bikin. Ji ber vê yekê, êrişî vê derê dikin. Hêzên rejîmê hewl da têkeve vê derê, lê ji ber hebûna gundên me, me nehiştin. Me li vê derê gelek şehîd dan. Vana hatin, dîtin ev der stratejîk e, xwestin êriş bikin. Şer jî ji ber vê rû dide."
"GELÊ KURD JI GELÊN ROJHILATA NAVÎN RE PÊŞENGIYÊ DIKE"
Muslim di dewama hevpeyvîna xwe de bibîr xist ku heta niha hebûna gelê Kurd li herêmê nehatiye qebûl kirin û destnîşan kir, ku şoreşa herî mezin niha gelê Kurd dike. Muslim bibîr xist ku ew weke PYD di sala 2007'an de wan projeyek amade kir û projeya xwe ya bi navê Komara Demokratîk bi Erebên li Sûriyê re parve kirin û wan jî ev erê kirin û ragihand ku bi kêrî tevahiya Sûriyê tê. Muslum got, "Lê wan ev proje bicih neanîn. Gava me ev proje meşand, gelek cîranên me yên Ereb gotin, hûn çi dikin, hûn xwe diparêzin. Gotin werin bi me re parve bikin. Hevalên me çûn wê derê komîte ava kirin û hilbijartinan pêk tînin. Ev projeyên Kurdan ji bo Rojhilata Navîn mînak e. Ji bo vê jî guhertina mejî û ferasetê girîng e. Kurdan tovê demokrasiyê li Rojhilata Navîn çand. Demokrasî çandek e. Mîna tovekê ye, divê were çandin, avdan û parastin. Barê me giran e, em di haya wê de ne. Demokrasî bê parastin nabe, divê were parastin ku meywe bide. Gelê Kurd ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike. Em Kurd li Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê hene, ji ber vê yekê divê em ji demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn re pêşengiyê bikin."