Mûçeyê herî zêde ji mûçeyê herî kêm bi 335 qatî zêdetir e

Li gorî lêkolînek ji aliyê yekîtiya sendîkayên bi navê AFL-CIO ve hat weşandin, cudahiya navbera hatineyên xebatkarên li şîrketên mezin ên DYA, gelekî zêde ye.

Li gorî lêkolîna li ser şîrketên di nava endeksa borsayê S&P-500 cih digirin, mûçeyê herî zêde yê xebatkarekê/î bi 335 caran ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir e.

Hat ragihandin, hatineya salane ya xebatkarên li şîrketên mezin ên Amerîkî yên li Borsayê 36 hezar 900 dolar e. Lê qezenca rêveberên payebilind ên heman şîrketan, salane 12,4 mîlyon dolar e.

Cudahiya navbera mûçeya herî kêm û ya herî zêde de 335 qat e. Di lêkolînê de hat ragihandin, ev cudahî di sala 1980'yî de 42 qat, di sala 1990'î de 107 qat bû.

Rêveberê yekîtiya sendîkayan AFL-CIO Rîchard Trûmka yê ev lêkolîn kir, ji bo vê cudahî-cihêtiya navbera mûçeyan got, "Newekheviya hatineyan ji bo welatê me cihê şermê ye."