MPKE li ser pirsa 'Em çawa dikarin alîkariyê bidin Kobanê' radiweste

MPKE li ser pirsa 'Em çawa dikarin alîkariyê bidin Kobanê' radiweste

Danûstandinên heyeta PYD'ê ya li MPKE dewam dikin. Heyeta PYD'ê îro ji aliyê heyeteke ku Serokê Koma Sosyalîst Andreas Gross jî di nav de bû hat pêşwazîkirin. Heyet duh li ser vexwendina Serokê Komîsyona Siyasî ya MPKE tevlî civînekê bû. Ji heyeta PYD'ê Hevserok Salih Muslim rewşa li Kobanê û daxwazên Kurdan anî ziman. Li ser vexwendina Koma Çep jî beşdarî civînekê bû û bersiv da pirsên parlamenteran.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê di rojeva Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) de ye. Li gel çalakiya greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê ya Kurdan a li ber Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê, heyeta PYD'ê jî hin hevdîtin kir.

Heyeta PYD duh li ser vexwendina Serokê Komîsyona Siyasî Theodora Bakoyannis, beşdarî civînekê bû. Di civîna ku delegasyona Tirkiyeyê jî di nav de ji aliyê zêdeyî 50 parlamenteran ve hat şopandin de Hevserokê PYD'ê Salih Muslim axaftinek kir. Li ser rewşa Kobanê, daxwazên Kurdan û kar û barên Konseya Ewropa divê bike de, nêrînên xwe anî ziman.

Muslim got, "DAIŞ weke dijminê mirovahiyê tê dîtin û Kurd ên mezintirîn mexdûrên vê ne li Rojava li dijî wan şer dike" û destnîşan kir ku DAIŞ ne tenê pirsgirêka Kurdan e.

Parlamenterên tevlî civînê bûn jî bi giranî li ser rewşa Kurdan, daxwazên wan û rewşa însanî pirs kirin. Serokê Komîsyona Siyasî Theodora Bakoyannis ê pêşnûme biryara roja Pêncşemê pêşkêşî civata giştî were kirin amade dike, anî ziman ku notên wî di civînê de girtiye wê bandorê li pêşnûmeyê bikin.

JI ALIYÊ KOMA ÇEP VE HAT VEXWENDIN

Heyeta PYD'ê duh êvarê tevlî xwarina ji aliyê Koma Çep ve hat amadekirin bû. Di xwarinê de parlamenterên endamên Koma Çep, der heqê rewşa Kobanê, pêwîstiyên lezgîn de pirs ji Muslim kirin û agahî stendin. Parlamenterên MPKE der barê êrîşên hewayî yên DYA li hemberî DAIŞ'ê de jî gelek pirs kirin.

BI KOMA SOSYALÎST RE RÛNIŞT

Heyeta PYD'ê îro jî bi Koma Sosyalîst re rûnişt. Heyeta ku Serokê Koma Sosyalîst Andreas Gross jî di nav de bû, bi PYD'yiyan re hevdîtinek kir. Dİ hevdîtinê de Gross got, "Em ê destekê bidin daxwazên xweseriyê yên Kurdan." Her wiha der barê kar û barên li dijî çeteyên DAIŞ'ê dikarin werin kirin û bendewariyên Kurdan de jî agahî stend.

Gross da zanîn ku ew ê daxwazên heyeta PYD'ê bilêv kirine di civîna roja Pêncşemê de biparêzin û got, "Konsey ji aliyê alîkariya çekan ve xwedî erkekê nîne. Em dixwazin ev were zanîn, lê belê ji ber şert û mercên heyî yên Kurd tê de ne, em dikarin bangeke bi vî rengî bikin."

Heyeta PYD'ê dûre bi raportora Tirkiyeyê ya MPKE Josette Durrieu re hevdîtniek kir. Heyeta PYD wê danûstandinên xwe heta dawiya hefteyê bi koman û delegasyonên neteweyî re dewam bike.