Motora lêgerînê ya bi Kurdî 'egerin' di xizmetê de ye

Motora lêgerînê ya bi Kurdî 'egerin' di xizmetê de ye

Di cîhana înternetê ya Kurdî de gaveke nû hat avêtin. Malpera motora lêgerînê egerin.com, ji bo peydakirina agahiyan, xwendina nûçeyan, vekirina blogên şexsî û temaşekirina li vîdeoyan derfetan pêşkêş dike.

Di encama xebateke dûr û dirêj de li cîhana înternetê, motora lêgerînê ya Kurdî http://egerin.com ket xizmetê û hejmara bikaranînerên wê roj bi roj zede dibe.

Berpirsyarê malpera lêgerînê Kawa Onatli da xuyakirin ku li gel derfetên lêgerînê, di malperê de her wiha vîdeo dikarin bên peydakirin, li klîbên muzîkê bê temaşekirin, nûçeyên çapemeniya Kurd bên şopandin, televîzyonên Kurdî bên temaşekirin, li radyoyan bê guhdarîkirin û blogên şexsê bên vekirin. Onatli diyar kir ku li gel xizmeta bi zaravayên Kurmancî û Soranî, ew ê bi zaravayê Zazakî jî xizmetê bidin.