Mirovên hatineya wan kêm e wê neçarî karê 1 euro bên hiştin

Li Elmanyayê, hikûmetê têkildarî kesên xwedî hatineyeke kêm pêşnûmeyek amade kir. Li gorî vê pêşnûmeyê, tê gotin mirovên xwedî hatineyên wê neçarî karê saeta xwe 1 euro ye bên hiştin. Li hemberî pêşnûmeyê nerazîbûneke mezin heye.

Li Elmanyayê, Wezîrê Kar Andrea Nahles, ku wextekê di nava SPD de weke 'lîderê baskê çep' dihat pêşkêşkirin, têkildarî mirovên xwedî hatineyên kêm, pêşnûmeyek amade kir. Ev pêşnûme bû sedema nerazîbûneke tund.

Partiya Çep (Die Linke), partiya Keskan û ji sendîkayên mezintirîn ên Elmanyayê DBG li dijî vê pêşnûmeyê derdikeve. Di pêşnûmeyê de xalên li ser teqawîtiya ji neçarî, neçariya kar a ji bo mirovên demeke dirêj bêkar in û lênêrîna zarokan, hene.

Tevî ku partiyên yekîtiya xiristiyan CDU-CSU û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) qala 'hêsanîkirinê' ji bo mirovên ji Hartz IV sûdê werdigirin, rexne li pêşnûmeyê tê kirin ku rê li ber zehmetiyên mezin vedike.

Li gorî vê yekê, mirovên alîkariya Hartz IV werdigirin, dema bûn 63 salî wê ji neçarî teqawît bibin û di vê rewşê de neçarî mûçeyekî kêm ê teqawîtiyê bên hiştin, yan jî neçar bên hiştin ku ji xwe re karekî bibînin. Ji pisporên Die Linke Matthias W. Birkwald dibêje, di rewşeke bi vî rengî de mirovên alîkariya civakî werdigiri, wê neçar bimînin di emrê xwe yê zêde de bixebite.

Sendîkaya DGB jî israr dike ku divê teqawîtbûna neçarî ya 63 salî ji pêşnûmeyê were derxistin.

WÊ NEÇAR BÊN HIŞTIN DI KARÊ 1 EURO DE BIXEBITIN

Yek ji pêşniyarên hikûmetê yê herî zêde tê rexnekirin, karê saeta wê bi 1 euro ye. Mirovên demeke dirêj bêkar in û bi alîkariya Hartz IV debara xwe dikin, neçar tên hiştin di karên saeta xwe 1 euro ye bên xebitandin. Di rewşa heyî de ev mirovên alîkariya civakî distînin, di nava 5 salan de herî zêde dikarin 24 mehan di karên 1 euroyî de bên xebitandin.

Lê belê, eger pêşnûme bibe qanûn wê mirovên di nava 10 salan de 9 salan alîkariya Hartz IV girtine, demeke dirêj di karên 1 euro de bên xebitandin.

Li gorî Partiya Keskan a li mûxalefetê, karên 1 euro heta roja îro bi ti awayî mirov entegreyî bazara kar nekirine.