“Mirov qet ji dîtina wê têr nedibû…”

“Mirov qet ji dîtina wê têr nedibû…”

Arîn Mîrxan Endama Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ)’ê ku di rojên derbasbûyî de bi çalakiya xwe ya fedayî ve cihekî girîng di çapemeniya cîhanê de girt, îro ji bo tevahî jinên cîhanê bû semboleke nû ya fedayîbûn û cewherê serhildêr ê jinê.
Arîn Mîrxan bi sekn û çalakiya xwe ya fedayî, ji aliyê tevahî cîhanê ve hat nasîn. Em jî di çeperên parastina Mexmûrê de gihiştin yek ji gerîlaya YJA Star a ku demekê bi Arîn Mîrxan re jiyaye. Rêhevala Arîn Mîrxan a bi navê Goksun bi van gotinan qala Arîn Mîrxan dike; “Min heval Arîn di dema dewreya  perwerdeyê de nas kir. Bi heval Arîn re jiyan bi hevaltiyê re jiyan bû…”

Gerîla Goksun têkoşîna hezkirin, hevaltî û girêdana Arîn Mîrxan a bi jiyanê re wiha tîne ziman; “Heval Arîn pir bi hevaltiyê ve girêdayî bû, pir ji hevalên xwe hez dikir. Ji jiyan û karkirinê pir hez dikir, di nava jiyanê de gelekî bi aqil tevdigeriya. Bi kinahî mirov qet ji dîtina wê têr nedibû.”

ARÎN DI JIYANA XWE DE JÎ FEDAYÎ BÛ

Gerîla Goksun tîne ziman ku cihê Arîn lê heba, li wir moral, coş û heyecan kêm nedibû û wiha dewam dike; “Zimanê heval Arîn ê jiyanê çalakbûna wê bû. Dikarim bêjim ku heval Arîn 24 saetan bi Rêbertî re dijiya. Heval Arîn her bi jiyana xwe, wêneyê çalakiya xwe neqişandibû.”

Her wiha gerîla têkoşîn dibêje, “Min her tim dixwest heval Arîn bi min re biaxive, ji ber ku heval Arîn bi sohbet û nîqaşên ku bi rêhevalên xwe re dikir, hêz dida wan. Heval Arîn her tim di nava jiyanê de bi rûyê xwe yê ken dihate naskirin. Ji bo heval Arîn çavkaniya şoreşgertiyê moral  bû.”

Goksun anî ziman ku wê demekî gelekî giranbuha bi hevala xwe Arîn re derbas kir û bi van gotinan serpêhatiya xwe ya bi Arîn Mîrxan re vedibêje; “Heval Arîn di dewreya perwerdeyê deji aliyê hemû hevalan ve dihate hezkirin û bi taybet jî ji ber ku gelekî alîkarî dida me hevalên jin, me rêzdariyek bêsînor jêre raber dikir. Heval Arîn bi xwe ew rêz di mirovên li beramberî xwe de ava dikir.

Arîn Mîrxan gelek kêliyên hêjayî vegotinê ne, di hizir û hestên rêhevalên xwe de dihêle. Çawa ku îro Arîn bi çalakiya xwe ya fedayî, bû dengê tevahî jinan, di dema ku bi rêhevalên xwe re jiyan par dikir jî her tim bûye dengê rêhevalên xwe, bi zanista erka hevaltiyê rabûye û ti caran  gav paşde neavêtiye.”

Gerîla Goksun herî zêde di vegotina xwe de balê dikişîne ser rêhevaltiya Arîn Mîrxan û wiha  dewam kir; “Heval Arîn ji hevalên xwe yên jin pir hez dikir. Aliyê  Arîn ê hestiyarî li pêş bû, lê pir baş dizanibû bi aliyê xwe yê zanistî û fikrî re bixe yek. Ev taybetmendiya heval Arîn dihişt ku li beramberî jiyan û rêhevalên xwe bi baldarî tevbigere. Heval Arîn tu caran dilê rêhevalên xwe nedihişt. Pir ji wan hez dikir, bêguman me jî pir jê hez dikir û vaye em îro şopdarên Arînan in…”

HEMÛ XEYALÊ WÊ ROJEKÊ DÎTINA GABARÊ BÛ

Gerîla Goksun diyar dike ku heval Arîn her tim hesreta xwe ya çûyîna Botanê aniye ziman û bi taybet jî dîtina Gabarê; “Şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan şopên gelekî giranbuha li pey xwe hiştin. Arîn Mîrxan tevî ku di temenê xwe de pir ciwan bû jî, lê ew di nava rêhevalên xwe de her tim cihekî mezin girtiye…” Gerîla Goksun dibêje, “Heval Arîn her tim di jiyanê de bi aqil, zeka û hestên xwe yên paqij mezinahiya xwe diparast.”

Gerîla Goksun yek ji bîranînên xwe ya bi Arîn re wiha vedibêje; “Heval Arîn ji dîlangirtinê hez dikir, lê pir zêde govend nedizanî, dema ku diket govendê mirov dixwest biçe û bikeve destê wê, ji ber nezanîn ji bo xwe nedikir dert, berevajî wê heval Arîn berê xwe dida govendê… Mirov digot qey heval Arîn diçe çalakiyê, ewqasî di dilê mirovan de kelecan ava dikir.”

DEMA TV GOT ARÎN!…

Goksun, di dewama axaftina xwe de behsa dema bihîstina şehadeta Arîn Mîrxan dike. Wan kêliyan wiha tîne ziman; “Min nûçe temaşe dikir. Di nûçeyande dihate gotin ku, li girê Miştenûrê hevaleke jin çalakiyek fedayî li dar xistiye…  Ji nişka ve navê Arîn Mîrxan derbas bû!

Dema navê Arîn derbas bû, bi qasî ku ez di aliyê hestiyarî de pê êşiyam, ewqas jî pê kêfxweş bûm. Ango ez qet matmayî nemam, ji ber heval Arîn çalakiya xwe ya jiyanê, di Kobanî de gihand merteba herî bilind.”

Gerîla Goksun, li ser wateya çalakiya Arîn Mîrxan axivî û wiha dawî li gotina xwe anî; “Heval Arîn bi çalakiya xwe ya fedayî ji nû ve destana Bêrîtan, Zîlan û Şîlanan nivîsî. Ew bû şopdara xeta wan. Ez ê tu carî rêya Arînan ber nedim û ew ê her tim bibin çiraya navnîşana rêya min. Wê Arîn ji bo min bibe rêya serkeftin û baweriya bê dawî.

Arîn Mîrxan dema ev helbest di lênûsa rêhevalek xwe da nivîsand, wiha jêre dibêje;

“Ev cara yekem e nivîsek wiha wek helbest dinivisînim… Dibe ku pir ne xurt be û zimanê wê ne helbestî be, lê hewl didim hestên di hindurê xwe de dijîm parve bikim. Li min biborîne” 
Digerim…
Digerim ez, bê ku rawestim
Digerim bê ku westandinê nas bikim
Ji zaroktiya xwe min destpê kir
Bi komeke heval re ez derketim serê çiyê
Digerim
Li avakirina komeke hevrêyan digerim
Li heqîqetê û jiyana azad digerim
Li Enqereyê min meşa xwe bir dawî û
Di Kurdistanê de ez ketim rê
Ez li miroveke ji zimanê min fêm bike geriyam
Ji yek û şeşan min destpê kir
Îro jî bi milyonan kes bi min re rêwîtiyê dikin
Vaye zeman derbas dibe
Meşa min berdewam dike
Her kes derket pêşiya min
xwestin min asteng bikin
Bi felsefeya xwe min sînorê dagirkeriyê şikand
Di meşa xwe de
Min hevalê xwe yê herî nêz jî winda kir
Li ser wê min partîbûn, îdeolojiyek û
felsefeyek ava kir
Min xwe mezin kir
Ev gera jiyanek azad e
Gera felsefeya Apoyî ye
Gera Rêber Apoyî ye
Arîn Mîrxan
23.04.2014