MGRK û ENKS li ser bûyerên dawî civiyan
MGRK û ENKS li ser bûyerên dawî civiyan
MGRK û ENKS li ser bûyerên dawî civiyan
Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî Kurdî li Suriyê (ENKS), bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên komên çekdar û dorpêçkirina Efrînê hatin cem hev.
Civîn îro li bajarê Qamişlo li navenda Desteya Bilind a Kurd pêk hat. Di civînê li ser bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, dorpêçkirina herêma Efrînê, hewldanên komên çekdar ên li derdora Qamişlo, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka nirxandin hatin kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, ev encam hatine girtin:
- Herdu meclîs wê bi hemû hêza xwe herêmên rojava biparêzin.
- Wê bi pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin bêne çêkirin.
- Li ser hevdîtin û civînên têne lidarxistin, wê herdu meclîs di rojên pêş de daxuyaniyek hevbeş bidin çapemeniyê.