MGRK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna dawî aşkere kir

MGRK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna dawî aşkere kir

Dîwana Serokatiya Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna asayî a 4’emîn a Meclîsa daîmî ya Rojava aşkere kir. Di daxuyaniyê de Meclisa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî li ser bingeha biratiya gelan û avakirina civakeke demokratîk û exlaqî hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Meclisa Gel a Daîmî ya Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya asayî a 4’emîn û ya dawî di 11-12’ê mijdara 2013’an de bi beşdariya piraniya endamên Meclisê û tevlîbûna Endamên Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê û Partiya Komînîsta Kurdistanê lidarxist. Ev civîn diyarî giyanê şehîdên azadiyê bi taybet rêhevalên şehîd di bin ala Meclisê de “Îsa Hiso, Abid Xelîl, Zehredîn û Zinar” ên ku ji bo azadî û rûmeta gel û welat canê xwe fedakirin, hate kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Civîn di şert û mercên hestyar û girîng de hate avakirin. Herêma Rojhilata Navîn di bûyerên diramatîkî û şînî de bi awayekî lezgîn derbas dibe û bi taybet li Sûriyê ku heta niha jî kuştin û wêrankirin berdewam e. Li aliyekî din êrîşên komên çete bi piştgiriya dewleta Tirk û hin dewletên herêmê ji bo îradeya gel bişkînin û destkeftiyên gel ên leşkerî, siyasî, û berxwedana bê hempa ya YPG’ê li Til Koçer, Serêkaniyê, Kobanê û Efrînê têk bidin. Di dema ku seranserî Sûriyê di aloziyeke siyasî, civakî û aborî re derbas dibe li gel zihniyeta netewperest dûrî rêform û nêrînên siyasî ji bo demokratîzekirina Sûriyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê ya ku wek bingeha demokrasiyê ye, jibo çareserkirina aloziyê û jibo ku careke din “Sykes-Picot” û “Lausanne” li Kurdistanê û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê dubare nebe divê derfet neyê dayîn. Divê yekîtiya Kurdan were xurtkirin û bi yek dengî tevlî kongira Cenevre 2 bibin.”

Derbarê mijara avakirina Meclisa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî de di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser vê bingehê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê avakirina Meclisa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî li ser esasê biratiya gelan û avakirina Sûriyeke demokratîk, exlaqî û siyasî, pîroz kir. Divê ev derfeta girîng û dîrokî ji dest neyê berdan ji ber ku dîrok dê hesab ji kesên bi çarenûsa gel û xwîna şehîdan bilîzin, bixwaze. Divê şoreş were parastin ji ber ku nunertiya fikrî û siyasî li ser riya azadiyê û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dike. Mixabin hin aliyên Kurd ji bo berjewendiyên partiyane li ser parçekirina yekîtiya Kurdan dixebite.”

Daxuyaniya MGRK`ê wiha dewam kir: “Ji bo ku Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê di vê dema hestyar de bi erka xwe rabe, Meclisê di 2 salên borî de gelek qanûn derxistin. Di civîna  Meclisê de di 2 rojan de reşnûsa belgeya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û reşnûsa rêvebirina civakî li herêmên Kurdan hatin nîqaşkirin. herwiha komîteya Desteya Bilind a Hilbijartinan jî hate avakirin û ji aliyê hemûyan ve hate erêkirin. Meclîsê komkujiya li dijî Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê ku 14 welatiyên sivîl têde jiyana xwe ji dest dan, bi tundî şermezar kir.”

Di daxuyaniyê de salvegera 53’emîn a komkujiya  Sînemaya Amûdê jî hate bibîr xistin û wiha hate gotin: “Tevî ku 53 sal di ser komkujiya li dijî nifşekî ji zarokên bajarê Amûdê re derbas bûne, heta niha jî kesek ji kujeran nehatiye cezakirin. Ji ber serkeftiyên hêzên YPG’ê û berfirehiya erdên hatine rizgarkirin, Meclîs parastina axa welat erkeke pîroz dibîne û her welatiyekî azad li gorî derfeta xwe neçare parastina axa xwe bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Meclîs serkeftinên YPG’ê pîroz dike û ji bo destkeftiyên gel werin parastin piştgiriya YPG’ê dike.”