Mêvanên Cejna Nan a li Brotonya Kurd in
Mêvanên Cejna Nan a li Brotonya Kurd in
Mêvanên Cejna Nan a li Brotonya Kurd in
Li bajarê Fransa Rennesê, di Cejna Nan a her sal bi awayekî kevneşop tê lidarxistin, wê îsal Kurd werin naskirin.
Mêvanê îsal ê Cejna Nan a her sal li bajarê Rennes ê li herêm Brotonya ya Fransayê, Kurd in. Organîzatorên ku her sal gelekî dikin mêvan, ev cih îsal bi alîkariya Komeleya Dostaniyê ya Kurd Broton û Komeleya Çanda Kurd a Amara re, ji Kurdan re veqetand.
Çalakî wê saet di 14.00'an de li Dibistana houtechale ya li navenda Rennesê destpê bike û der ehqê çanda Kurdan de pêşengeh werin danîn. Her weha wê di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dezgeh bê danîn.
Li pêşengehê wê nanê tenûrê û nanê sêlê, xwarinên Kurdan û dawetên Kurdan bên nasandin. Koma muzîkê ya ji ciwanên li Brotone pêk tên, hunermendên herêmî û koma govendê jî wê derkevin ser dike. Her weha şandeyek ji herêma Brotonya çûbû Kurdistanê jî, wê bi panêlekê çavdêriyên xwe bîne ziman.