‘Meşa Dirêj’ ya li Botanê giha gundê Elemûnê

‘Meşa Dirêj’ ya li Botanê giha gundê Elemûnê

Bi hezaran kesên ku tevlî ‘Meşa Dirêj’ ya ji aliyê BDP’a Şirnexê ve li dijî çêkirina qereqol, bendav, komkujiya xwezayê, noqteyên lêgerînê û operasyonan di navbera 8-9’ê Hezîranê de hatî organîzekirin gihan gundê Elemûnê.

Girseya ku ji gundê Xabûr 2 yê Qilabanê dest bi meşê kirin û di nav de rêveberên BDP’a Şirnexê , navçe û bajarokan, şaredarên herêmê, dayîkên aştiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên meclisa şaredarî û giştî jî di nav de bi hezaran kes gihan gundê Elemûnê.

Di meşa ku pankarta “Şehîdên temînata azadiya me ne, dê bibin temînata rizgariya demokratîk jî” destpêkir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dayîn, alên Konfederalîzma Demokratîk û ala 20 metreyî ya PKK’ê hilgirtin. Di meşê de bênavber sloganên “PKK gele gel li vire”, “Bijî  Serok Apo” qîriyan, tîlîlî avêtin û sirûda “Çerşa Şoreşê” xwendin.

Bi hezaran kesên ku piştî 20 kîlometreyan meşiyan û gihan gundê Elemûnê ji aliyê gundiyan ve bi dehol, zirne, çepik û tîlîliyan hatin pêşwazî kirin. Çalakvanên ku li kona li gund hatiye vekirin kombûn, pankartên “Rêber Apo sedemê aştî şere” vekirin, di vê navberê de komek ya ciwana bi alek PKK’ê ya 10 metreyî hilbûn çiya.