'Meşa Dirêj' bi dawî bû

'Meşa Dirêj' bi dawî bû

"Meşa Dirêj" a Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê li dijî qereqol, bendav, kuştina xwezayê, nuqteyên lêgerînê û operasyonan dabû destpê kirin, bi dawî bû. 

"Meşa Dirêj" a Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê li dijî qereqol, bendav, kuştina xwezayê, nuqteyên lêgerînê û operasyonan ji sînorê Roboskî destpê kiribû, li qada çêkirina bendavê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Li herêma Girê Çalê ya gundê Elemûn, ku lê meş bi dawî bû, bi hezaran kes heta destê sibê rawestiyan. Bi hezaran kesên li meydanê kom bûbûn, li ber klamên ji herêma Botanê govend gerandin. Komek ji ciwanan jî, wênêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê li santrala bendavê ve kirin. 

Daxuyaniya Çapemeniyê ji aliyê Hevseroka BDP'ê ya Şirnexê Hame Aktî ve hat dayîn û Aktî bang li xebatkarên di karê bendavê dixebitin kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.

Aktî got, "Kurdistan xwedî xweseriyeke demokratîkbûya jî, weke gelê Kurdistanê gelê Botanê meyê destûr neda xerakirina xwezaya xwe." Aktî da xuyakirin ku ewê têkoşîna xwe ya li dijî qereqol, bendav û santralên termîk, dewam bikin û got, "Ji be ku paradîgmaya me ya çareseriya demokratîk li ser bingeha ekolojîk e, emê vê sekna xwe her dewam bikin."

Daxuyanî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.