"Meşa Azadiyê" ya gerîla bi lez dewam dike

"Meşa Azadiyê" ya gerîla bi lez dewam dike

Vekişîna gerîla ya bi navê "Meşa Çareseriya Demokratîk" a di 8'ê Gulanê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara KCK'ê destpê kir, dewam dike. Komeke din a gerîla ji Bakurê Kurdistanê vekişiya û gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Koma gerîla ya piştî meşeke dirêj gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi merasîmeke leşkerî hatin pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Delal Amed û ji fermandarên HPG'ê Serdem Botan amade bûn.

"PÊVAJOYA RÊBER APO DESTPÊ KIRIYE, WÊ BI SER BIKEVE"

Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Amed di axaftina xwe ya li vê derê de koma meşa xwe ya vekişînê bi serketî temam kiriye silav kir û destnîşan kir ku pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin, wê bi fedekarî û hestiyariya gerîla bi ser bikeve. Amed got, "Ji bo Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bi ser bikeve, koma meya ji 8'ê Gulanê û vir ve di rê de ye, gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê. Weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, em di wê baweriyê de ne, ku pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin wê bi fedekarî û hestiyariya hemû hevalan, bi ser bikeve. Em ji hevalên xwe re dibêjin hûn bi xêr hatine, serketinê ji wan re dixwazin."

"EV FERMAN, FERMANA SERKETINA RIZGARIYA DEMOKRATÎK E"

Dûre yek ji fermandarên komê Fîraz Serhat axaftineke kurt kir û baweriya xwe ya ji vê meşa azadiyê anî ziman û destnîşan kir, ku ew her tim amadene berpirsyariyên xwe yên ji bo serketinê bi cih bînin.

Serhat got, "Ji ber ku kom bi selametî gihaşt herêmê û me heval dîtin, em kêfxweş in. Ev meşa me weke meşa azadiyê hatiye binavkirin û em jî vê meşê weke pêvajoyeke bi tenê ji bakur heta başûr nabînin. Bêguman ev ferman, ne tenê fermana vekişînê ye, di heman demê de fermana serxistin rizgariya demokratîk e. Em bi vê baweriyê hatin. Ev pêvajo pêvajoya têkoşînê ye. Di vê nuqteyê de kîjan berpirsyarî ji me bê xwestin, em amade ne bi cih bînin. Ev pêvajo, mîna ku Rêber Apo tîne ziman pêvajoya azadiya me hemûyane. Ji ber dîtina hevalan, em gelekî kêfxweş in."

"DIVÊ RÊBERÊ ME AZAD BE"

Fermandara YJA Star a di nava komê de cih digire Rozerîn Yildiz jî bal kişand ser şert û mercên Ocalan tê de ye û destnîşan kir, ku heta azadiyê ewê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin. Yildiz got, "Banga Rêberê me ji bo me ferman e. Weke gerîlayên YJA Star, em wateyeke mezin didin vê pêvajoyê û emê bi çalak tevlî bibin. Di şert û mercên Rêberê me de ti guhertin nîne. Ji bo me ya bingehîn azadiya Rêberê me ye. Heta Rêberê me azad bibe, emê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin."

Piştî axaftinan, ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Delal Amed, der heqê pêvajoyê de bi koma gerîla re civînek agahdarkirinê lidar xist.