Mersîniyan ji hukûmetê re gotin "gavan biavêje"
Mersîniyan ji hukûmetê re gotin "gavan biavêje"
Mersîniyan ji hukûmetê re gotin "gavan biavêje"
Ji bo hukûmeta AKP'ê di pêvajoya çareseriya demokratîk de bikeve nava tevgerê, zêdeyî 10 hezar Mersînî bi dirûşma "Hukûmet gavan biavêje" meşiyan. Bi çalakiya rûniştinê ya piştî re meşê re jî, kuştina ciwanê Kurd Medenî Yildirim, hat şermerzarkirin.
Di çarçoveya kampanya "hukûmet gavan biavêje" ya Navenda Giştî ya BDP'ê, îro li Mersînê meşeke girseyî pêk hat. Zêdeyî 10 hezar kes li ber avahiya BDP'ê ya Bajêr li hev kom bûn û ji vê derê ber bi Taş Bîna ve bi dirûşman meşiyan. Li ber Taş Bînaê Parlamenterê BDP'ê yê Mersînê bi gotina Kurdî "Merhaba Hevalno" dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku hêzên demokratîk, ji bo aştî, demokrasî û azadiyê hêza xwe kirine yek. Kurkçu sê caran gotina "Em aştiyê dixwazin" dûbare kir û got, "Lê belê bi gotinê aştî nayê. Eger em aştiyê dixwazin, hingî ev tê wê wateyê ku me li pişt xwe şerekî giran hiştine. Jiyana 40 hezar mirovan, bi milyonan mirovên ji cih û warên xwe hatine kirin, gund û xwezaya hatiye şewitandin, ev hemû li pişt me li benda çareseriyê û dermankirinê ne."
"OCALAN YEK JI KARÊ HERÎ ZOR Ê CÎHANÊ KIR"
Kurkçu da xuyakirin ku li gel hemû hewldanên tevgera azadiyê ya gelê Kurd, hînê zilm û zordariya li Tirkiyê dewam dike û kuştina ciwanê 18 salî Medenî Yildirim ê di dema şermezarkirina çêkirina qereqola Hêzan a navçeya Amed Licê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin, bibîr xist. Kurkçu weha peyivî: "Aştiyê bi tenê bi bêdengbûna çekan nabe. Bêdengbûna çekan, rê ber bi aştiyê ve diçe vedike. Lê pirsa herî giring ev e ku wê ji hundurê wî derî de derbas bibin yan na? Emê ji hundurê wî derî derbas bibin, em ji hukûmetê dipirsin; hûnê ji hundurê wî derî derbas bibe yan na? Lê mixabin pêşketina heta niha rû daye, bi hewldana gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan çê bûye. Ev yek yek ji karên herî zehmet ên cîhanê ye."
"GELÊ KURD VÎNA AŞTIYÊ NÎŞAN DA, DORA A HUKÛMETÊ YE"
Kurkçu diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan ji hemû demokrat û şoreşgerên Tirkiyê piştgirî dîtiye û got, "Lê em merak dikin, gelo hukûmet bi çi rengî nêzî vê dibe? Em dixwazin bersiva hukûmetê ya li pêşberî têkoşîna demokrasiyê bibînin. Bersiva aştiyê demokrasî ye. Bêyî demokrasiyê jî aştî nabe. Gelo hukûmet alîgirê demokrasiyêye yan na? Divê bi awayekî zelal bipeyivin. Gelê Kurd vîna aştiyê nîşan da, niha dor a hukûmetê ye. Gelo wê 10 hezar hevalên me yên li girtîgehan, zarokên me jinên me bên berdan an na. Wê hemû şoreşger bên berdan an na."
Di mîtîngê de bi dorê Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Cemîl Elden, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mersînê Halîs Ernarîncî, Alîkarê Serokê Bajêr Orhan Hazar û Şaredarê Akdenîzê yê BDP'yî M. Fazil Turk ji gel re axivîn.
Piştî axaftinan, girseya gel ji bo bîranîna Medenî Yildirim ê di dema şermezarkirina çêkirina qereqola li Licê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin, 10 deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xist. Welatiyan dirûşma "Hevalê Medenî Yildirim Namire" qêriyan û dûre bi bêdengî belav bûn.