Mêrdînî û Qoserî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan

Mêrdînî û Qoserî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan

Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê û navçeya Qoserê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin meşa "Azadiya Ocalan" pêk anîn.

Duh BDP'a Mêrdînê bi şîara "Ji Ocalan re Azadî" ji avahiya BDP'ê ya Mêrdîn heta Rêya Bejayî ya Yenîşehîrê meşek girseyî pêk anî. Di meşê de Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Endamên Meclisa BDP'ê, Hevseroka BDP'ê ya Mêrdînê Adule Aksoy, Nûnerên MEYA-DER, KESK, HDK, TUHAD-DER'ê jî di nav de gelek kesên din amade bûn. Di meşê de pankarta "Ji bo azadiya Serok Apo, ji bo azadiya zimanê kurdî ji bo statûya Kurdistanê em pergala dewletê red dikin", "Metîngeriyê nejî û nede jiyandin" û "Ji Rêber Apo re azadî" vekirin. Girseyê bê navber siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "PKK gel e, gel li vir e" qîr kirin.

Girseyê piştî meşa ku bi qasi 2 kîlometreyan berdewam kir li Parka Karayollari civîyan û ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclisa BDP'ê Alî Urkut diyar kir ku, 6 mehin ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê daye destpêkirin xwîn narije û wiha got: "HPG, Qendil û gelê Kurd di vê pêvajoyê de pir samîmî û ji bo aştiyek mayînde tev digere. Em hêvî dikin ku êdî li ser axa Mezopotamyayê xwîn nerije.

Rêvebera BDP'ê ya Mêrdînê Hasibe Mengîrkaon bal kişand ser skandala tecawiza li Çewlikê û wiha got: "Divê teqez ev êrîşa qirêj û tecawiz pêk anîne dîsa bên girtin û darizandin."

Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî anî ziman ku, 30 salin li ser vê axê şerek pêk hat û ê di 6 mehên dawîe de şer rawestiya ye û wiha got: "Ev pêvajoya bê şer kêfxweşiyê dide me. Divê êdî Birêz Ocalan bigêje azadiya xwe. Divê makeqanûna demokratîk bê avakirin. Divê hemû girtiyên ji doza KCK'ê hatine girtin serbest bên berdan. Divê hemû reng û rûyên li ser vê axê bi hevre azad bijîn. Gerîlla peywira xwe pêk anî. Êdî dora hikûmetê û dewletê ye."

QOSER

Rêxistdina BDP'ê ya Qoserê jî bi heman armancê "Meşa Çareseriya Demokratîk" pêk anî. Rêxistina BDP'ê ya Qoserê bi boneya piştgiriyê bide pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, meşek girseyî pêk anî. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê ya Qoserê kom bûn, Ji Qada Azadiyê heta Taxa nû meş pêk anî. Di meşê de Serokê BDP'a Qoserê Fettah Tekin, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ÎHD, NÇM, TUHAD-DER, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên meclisa giştî jî di navde bi sedan kes amade bûn. "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Silav ji afirînerê PKK'ê Ocalan re", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bê Serok jiyan nabe" qîr kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin qîr kirin. Girsê di meşê de pankarta "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tovê aşti, biratî û azadiyê çand azad nebe ev pêvojo pêş nakeve.

Girseyê piştî meş pêk anî dawî li çalakiyê anî.