'Meqesa min jî li dijî dijmin çekek e'

'Meqesa min jî li dijî dijmin çekek e'

Ehmed Pîrê yê 50 sal in karê berberiyê dike, bi meqes û makîneya xwe re destekê dide berxwedana Kobanê. Pîrê li kolan û eniyên şer digere û porê şervanên YPG û sivîlan jê dike û dibêje, "Çi ji dest tê divê ew bê kirin. Mesela îro meqesa min jî çekek e li dijî dijmin. Karê ez dikim karekî şexsî nîne."

Ehmedê Pîrê, 50 sal in berber e. Berî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê bikin, li bajêr du dikanên Ehmedê Pîrê yên berberiyê hebûn. Bi destpêkirina êrîşan re, ji ber ewlekariya jiyanê malbata Ehemdê Pîrê neçar ma derbasî Rihayê bibe. Lê Ehmedê Pîrê Kobanê neterikandiye. Pîrê di karê belavkirina alîkariyên tên Kobanê de dixebite û gava wextê wî çêdibe li nav kolanan û li eniyên şer digere û porê şervanên YPG'ê û gelê sivîl jê dike. Vê yekê jî bêberdêl dike.

'DEMA VÎ KARÎ DIKIM KÊFXWEŞ DIBIM'

Pîrê anî ziman ku kurekî wê yê bi navê Dilşêr, di sala 2004'an de dema li nav refên HPG'ê bû di şerekî li navçeya Bedlîs Tetwanê de jiyana xwe ji dest daye û nekariye cenazeyê wî jî werbigire. Pîrê got, "Bi giranî ez bi awayekî seyar digerim û porê hevalan jê dikim. Dema xwe ya ji ber mayî ya li vir, bi vî rengî derbas dikim. Li ku pêwîstî hebe, ez diçim wir. Mînak ez îro porê hevalên doktor çêdikim. Ti zehmetiyeke wê nîne. Berevajî, dema ez vî karî dikim, ez kêfxweş dibim. Di nava şer de jî divê porê hevalan li hev hatî be. Di şert û mercên herî kêm de jî, divê por û kincên hevalan li hev hatî bin, berdew bin."

Pîrê da xuyakirin ku por û riya her kesê tê cem wî jê dike û hemû alavên xwe jî di çenteyekî de bi xwe re digerîne. Di nava van alavan de makîneyeke wî ya berê heye, ku dibêje li cihê elektrîk lê tineye ew wê vê makîneyê por jê dike.

'DI VÊ DEMÊ DE ÇI JI DESTÊ KÊ TÊ DIVÊ BIKE'

Pîrê vê bangê li gelê Kurd dike: "Bila gelê me bi YPG û YPJ'ê piştrast be. Bila her kes bawer be ku wê bi ser bikevin. Bila her kes zanibe, ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û dest ji Kobanê bernedin. Di vê demê de çi ji destê kê tê bila bike. Kar kar e. Mînak îro meqesa min jî çekek e li dijî dijmin. Karê ez dikim, karekî şexsî nîne."