Mela çûn serdana gerîlayên HPG’ê

Mela çûn serdana gerîlayên HPG’ê

Heyeta melayan a bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê ku parastina Kerkûkê dikin ziyaret kirin.

Komeke melayên Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê yên li Kerkûkê ziyaret kirin. Li ser navê heyetê Mela Nadîr axivî û diyar kir, ew naxwazin xwîn birêje û wiha got: “Em naxwazin xwîna tu kesî birije. Lê bi taybet di demên dawî de pir zêde xwîna gelê Kurd rijiya. Lê em neçarin xwe biparêzin. Gerîla jî parastina gelê Qendîl, Kobanê û Rojhilatê Kurdistanê dike.”

Mela Evdilkerîm jî wiha got: “Çavên Kurdan li we ye. Hêviya gelê me hûn in. We serê gelê Kurd bilind kir, îro dilê me bi we re ye. Gerîla di serî de di parastina Kerkûkê de û hemû Kurdistanê de cih girt. Her çiqas em îro ne li eniyan, li mizgeftan bin, em ji bo serkeftina gerîla û pêşmergeyan xebatê dimeşînin. Hêviya gelê Kurd hûn in. Ez bawer im em ê di demeke kurt de serkeftinê bibînin."

Piştî axartina melayan fermandarê HPG’ê yê Kerkûkê Egîd Kelarî axivî û got: “Bendewariya Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrê û dîroka Kurd ji me yekîtiya Kurdan bû. Em îro dibînin ku ev bendewarî tên cih. Ev dîrokek e.”

Kelarî ji hatina melayan kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiyên xwe pêşkêş kir.