Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Mehmetcik bi qûndaxa çekê aramiyê dide!

Mehmetcik bi qûndaxa çekê aramiyê dide!

Leşkerên Tirk, bi du wesayîtnan dan dû Rojavayiyekî ji sînor derbas bûbû û piştî ew zevt kirin, li erdê dirêj kirin û pê li pişta Rojavayî kirin. Ev dîmen gotina Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ya "Di bin siya Mehmetcik de aramî tê dîtin" anî bîra mirovan.

Bi destpêkirina nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê re, hema bêje her roj Rojavayiyên dixwazin ji sînor derbas bibin rastî lêdana polîs û leşkeran tên. Tevî ku ev rewş gelek caran ji aliyê kamerayan ve hat kişandin jî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû îdîa dike ku "Kobaniyî dibêjin 'Em ê di siya Mehmetcik de aramiyê bibînin' tên."

Di êrîşa herî dawî de, leşkeran bi TOMA û maşîna zirxî ya kîrpî da dû ciwanekî Rojavayî, piştî reva çend deqeyan ew zevt kirin, piştre ew li erdê dirêj kirin, pê li pişta wî kirin. Vî dîmenî pirsa "Gelo Rojavayî bi vî rengî di siya Mehmetcik de aramiyê dibînin" xist hişê mirovan.