Mehmet Ocalan: Berî ku dereng bibe divê bikevin nav tevgerê
Mehmet Ocalan: Berî ku dereng bibe divê bikevin nav tevgerê
Mehmet Ocalan: Berî ku dereng bibe divê bikevin nav tevgerê
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku wan wek malbat der barê tenduristiya birayê xwe de bi rêya parêzeran serlêdan kiriye û wiha got: "Nexweşî rewşeke ciddî ye. Divê ev daxwaza me ciddî were girtin. Dibe ku sibe direng bimîne, divê demildest bikevin nav tevgerê."
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku di 1'ê Tirmehê de çû Girava Îmraliyê bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî û der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd de ji Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA)'yê re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir ku di qirik, dev û bêvla birayê Ocalan de şewat heye. Ji ber vê yekê jî Ocalan dixwaza heyetek serbixwe ya doktoran biçe lêkolîn bike kiribû. Mehmet Ocalan da zanîn ku bi tu awayî divê li ser jiyana mirovan siyast neyê kirin û ew ji rewşa tenduristiya birayê xwe bi fikar in.
'DIVÊ KU DEMILDEST SAZIYÊN TENDURISTIYÊ BIKEVIN TEVGERÊ'
Ocalan da zanîn ku wî ji birayê xwe pirsî ku nexweşiya wî çi ye? Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev yek aniye ziman: "Di qirik, dev û bêvla min de şewat heye. Di devê min de pizikên biçûk çêbûne. Ji çavên min her tim rondik tên xwarê. Divê heyetek doktorên serbixwe werin tehlîlên min bigirin. Divê were tespîtkirin ku ev pirsgirêk bingeha xwe ji çi digire." Mehmet Ocalan got, "Her çi qasî ne bi rêk û pêk jî be, min birayê xwe ziyaret kiriye. Min her tim tenduristiya birayê xwe şopand. Ev cara yekemîn e min birayê xwe bêhal û bêtaqet dît. Daxwaza heyetek doktorên serbixwe kiriye. Wezîrê Edaletê dibêje, li giravê doktor hene. Wê demê ew ne mehkûm e. Divê doktorên serbixwe biçin hemû tehlîlan bikin. Daxwaza malbatê jî ev e. Daxuyaniyên ku em didin çapemeniyê ji aliyê wezaretê û saziyên tenduristiyê ve weke îxbarê tên nirxandin. Divê demildest saziyên serbixwe yên navneteweyî û Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê. Pêwîst e biçin der barê tenduristiya birayê min de lêkolînan bikin û raporekê amade bikin. Em bi rêya çapemeniyê bang dikin da ku ji bo tenduristiya birayê min bikevin nava tevgerê."
Mehmet Ocalan, da zanîn ku bi rêya parêzaran serlêdan kirine û wiha axivî: "Nexweşî tiştekî ciddî ye. Divê ew daxwaza me ciddî were girtin. Dibe ku sibê dereng be, divê niha bikevin tevgerê."
'500 HEZAR KARKER KOÇ DIKIN'
Ocalan anî ziman ku silavên Rêberê Gelê Kurd ji bo jin û ciwanan hebû û wiha berdewam kir: “Rexneyên birayê min li demokrat, rewşenbîr û welatparêzên Rihayê hebûn. Di hevdîtina me ya saetekê de 20 deqîqe ji bo Rihayê veqetand.” Ocalan ev gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand: "Dema ku ez dibêjin Riha di navbera 4-5 cemaetan de hatiye parvekirin, 'Çima wisa dibe?'. Nufûsa wê bi qasî du milyonan e. Bi qasî dewleteke biçûk e. Ew qas demokrat û rewşenbirên wê hene. Hûn çima naxebitin? Her yek ji we ma nikare 3-5 kesan di rêya rast de bi rêxistin bik? Li Rihayê 500 hezar karker dikevin ser rêyan. Li metropolên Rojavayê birçî, tazî dimînîn û rastî êrîşan tên. Ma Riha nikare van mirovan têr bike? Erdên Rihayê dikare tevayî nufûsê têr bike. Li Rihayê av jî heye, çima tu kes tiştekî nake? Ger cemaet tenê ji bo hebûna xwe biparêzin bixebitin, tiştekî rast nakin. Çima van mirovan birçî dihêlin. Ji bo ev mirov bibin xwedî karekî, wezîfe dikeve ser milê her kesî."
AZADIYA RIHAYÊ
Ocalan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji her kesî re silav şandiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bila tu kes hesabên biçûk neke. Ji derve ku hesapên encumentiye, serokatiyê û parlementiyê dikin, bila rêya siyasetê vekin. Bila di vê çarçoveyê de têkoşînê bidin. Bila tu kes xwe veneşêre û derkeve holê. Ger her kes 3-5 kesan li dora xwe rêxistin bike, wê Riha azad bibe. Wezîfeya rewşenbîrên welatparêz û demokrat ew e ku Rihayê azad bikin."