Mehmet Goyî bi heybet hat oxirkirin

Mehmet Goyî bi heybet hat oxirkirin

Endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî), li Zozanê Feraşînê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin. Di merasîma cenaze de gerîlayên HPG'ê jî amade bûn.

Ji bo endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) yê di sala 2012'an de di şerekî li Elkê de jiyana xwe ji dest da, li Zozanê Feraşînê merasîmeke bi heybet a cenaze hate lidarxistin. Di merasîma cenazeyê Kaplan de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokên BDP'ê yên Wanê Mûsa Îtah û Fîgen Yaşar, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê, rêveberên MEYA-DER'ê bi hezaran kes amade bûn. 

Di merasîma cenaze de komek ji gerîlayên HPG'ê jî amade bûn û darbesta Kaplan ji wesaîta cenaze hat daxistin û girseyê ew hilgirt ser milê xwe. Darbest bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin û di tevahiya meşê de girseyê kulîlk avêt ser darbestê. 

Girseya gel piştî meşê, cenaze anî goristana ji aliyê HPG'ê ve hat çêkirin û navê "Goristana Mehmed Goyî" lê hat kirin. Piştî wecîbeyên olî, cenaze bi dûayan hat veşartin û ji bo têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.

Rêveberê MEYA-DER'ê yê Wanê Îdrîs Şaybat li vê derê axivî û got, "Şehîd Mehmet Goyî, ji bo me ji bo gelê Kurdistanê derket serê çiyê. 24 salên xwe li van çiyan derbas kir û li her qadên têkoşînê cih girt. Têkoşîna Mehmet Goyî ya ji niha û pê ve, li ser milê me ye. Bila serê tevahiya gelê Kurdistanê û Rêber Apo sax be."

Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî ji malbatê re sersaxî xwest û destnîşan kir ku gelê Kurd di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi gavên ji xwe bawer ber bi azadî û aştiyê ve dimeşe. Gur got, "Hevalê Mehmet fermandarekî mezin bû. Di rêya doza xwe de, canê xwe feda kir. Emê di rêya Rêber Apo de azad bibin."

KAPLAN: ROJAVAYÊ KURDISTANÊ GULA KURDAN E, DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN

Piştî axaftina Gur, bavê gerîlayê HPG'ê Kaplan Salîh Kaplan ji hemû beşdarên merasîmê re spas kir û diyar kir ku kurê wî şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Kaplan got, "Divê em xwedî li gerîlayên xwe yên ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe feda dikin û gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin. Rojavayê Kurdistanê, gula gelê Kurd e, dilê wê ye, çav û guhê wê ye. Divê em xwedî li pêvajoya Serok Apo daye destpêkirin, derkevin. Eger em xwedî lê dernekevin, wê ji herdu aliyan jî cenaze werin. Ev şehîd, şehîdê hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye. Em sozê didin şehîdên xwe, hemê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, di rêya wan de bimeşin."

Herî dawî jî ji berpirsyarên HPG'ê yên Eyaleta Wanê Simko Dêrik peyivî û hemû welatiyên beşdarî merasîma cenaze ya ji bo gerîlayê HPG'ê Kaplan bûn, silav kir û ji ber xwedîderketina li cenaze jî spas kir. Dêrik got, "Em li pêşiya şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, emê di rêya wan de bimeşin. Pêvajoyek ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Baweriya me bi Rêber Apo û şehîdên me heye. Ti hêviya me ji dewletê nîne. Em bi nêrîn û vîna Rêberê xwe piştrast in. Li ser vê bingehê, em gavan diavêjin. Li ser wasiyeta şehîd hevalê Mehmet, em wî li herêma Feraşînê vedişêrin. Goristana şehîdan a li vê derê wê bi navê "Mehmet Goyî" bê zanîn."

Merasîma cenaze bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.