Medya Elman: Kurdan gotin, 'Bila êdî qedexe rabe'
Medya Elman: Kurdan gotin, 'Bila êdî qedexe rabe'
Medya Elman: Kurdan gotin, 'Bila êdî qedexe rabe'
Meşa "Bila ji pêvajoya aştiyê re piştgirî bê dayîn, qedexekirina PKK'ê bê rakirin" a duh bi beşdariya bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanya Berlînê hat lidarxistin, di medya Elman de cihekî berfireh girt. Çapemeniyê bal kişand ser salvegera 20. a qedexekirina PKK'ê û diyar kir ku Kurdên li Elmanyayê dixwazin qedexe bê rakirin.
Di 20. salvegera qedexekirina PKK'ê de, ku di 26'ê Mijdara sala 1993'an de bi fermannameya taybet a Wezareta Karên Hundir a wê demê li Elmanyayê hat qedexekirin, saziyên rêxistinên civakî yên sivî, parêzvanên mafên mirovan ên Elman û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, duh li Berlînê hatibûn cem hev. Di meş û mîtînga "Bila ji pêvajoya aştiyê re piştgirî bê dayîn, qedexekirina PKK'ê bê rakirin" a ji aliyê însiyatîfa aştiyê "Tatort Kurdistanê" ve hat organîzkirin de bi dehhezaran beşdaran xwestin qedexekirina PKK'ê bê rakirin.
Xwepêşadana ku li meydana Alexanderplatzê destpê kir û li gel astengiya polîsan jî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YPG'ê hat vekirin, di medya Elman de cihekî berfireh girt. Ajansên nûçeyan, rojname û malperên nûçeyan ên Elman bal kişandin ser salvegera 20. a qedexekirina PKK'ê û nivîsandin ku Kurd dixwazin êdî qedexe bê rakirin.
Berdevkê polîsan Thomas Neûendorf ji rojnameya Berlîner Morgenpost axivî û diyar kir ku xwepêşandan di atmosfereke aştiyane de derbggas bû. Heman rojnameyê şîroveya, "Kurd di meşê de ewçend bi dîsîplîn bû, ku pêwistî bi polîsan nebû" kir.
Rojnameya Taggesspîegel jî ji bo nûçeya xwepêşandanê sernavê "Kurdên li gelemperiya Elmanyayê hatin, qedexekirina PKK'ê protesto kirin" bikar anî. Rojnameyê diyar kir ku ji beşên cuda yên civakê bi hezaran kes li Berlînê hatin cem hev û xwestin qedexekirina PKK'ê bê rakirin û bibîr xist ku ji ber meşê trafîka li navenda bajarê Berlînê felç bû.
‘OCALAN KÊ KÎJAN GOMLEKÎ LI XWE BIKE’
Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) meş û mîtîng ji aboneyên xwe re ragihand û rojnameya Neûes Deûtschland jî bal kişand ser al û flamayanên Ocalan ê li ser rengê spî bi gomlekê şîn, ku polîsan dest danî ser. Rojnameyê ji bo nûçeyê sernavê "Nîqaşa li ser gomlekê Ocalan" bikar anî û diyar kir ku polîsê Elman heta niha birdar dida ku di xwepêşandanan de çiqas wêneyên Ocalan bên hilgirtin û ev rewş li Berlînê hat protestokirin.
Di xwepêşandana ku wêneyê mezin ê Ocalan lê hat vekirin de di axaftinan de banga "Qedexekirina PKK'ê rake" li hikûmeta Elman hat kirin. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîratş di mîtîngê de ev bang kiribû: "Eger Ewropa û Elmanya dixwazin alîkariyê bidin, hingî divê dawî li qedexekirina PKK'ê bînin. Ji ber ku qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê bi kêrî aştiyê nayê, xizmetî neçareseriyê dike. Eger Elmanya dixwaze alîkariyê bide pêvajoya aştiyê, divê dawî li qedexeyê bîne. Divê ji dil tevbigere."