Meclîsa Jinê ya Herêma Baselê ya Ronahî ava bû

Meclîsa Jinê ya Herêma Baselê ya Ronahî ava bû

Li bajarê Swîsre Baselê, tevgera jinê li ser bingeha paradîgmaya demorkatîk, ekolojîk û azadîperestiya zayendî, bi navê "Ronahî" meclîsa jinê ya herêmê ava kir. 

Jinên Kurd li salona Komeleya Çanda Kurd a Baselê hatin cem hev û piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna têkoşerên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi civînê kirin. Piştî hilbijartina dîwanê Ozgur Rojhan mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser girîngiya pêvajoya ew tê derbas dibin. Rojhan da xuyakirin ku pêwîste di vê pêvajoyê de jin roleke çalak bileyze. Rojhan bibîr xist ku hînê bi biryardarî hewl tê dayîn ser komkujiya Parîsê were nixumandin û weke jinên Kurd ewê destûrê nedin komkujî di tariyê de bimîne. 

Di civîna yadî 3 siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê hat kuştin de, piştî axaftina Rojhan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hat xwendin.

Li dû peyama Ocalan jî, rêziknameya Meclîsa Jinê ji delegeyan re hat xwendin û piştî gotûbêjên li ser, hat qebûlkirin. Jinan di gotûbêjên xwe de bi giranî bal kişandin ser şopa têgihiştina mêr a serdest li ser jinê û destnîşan kirin, ku divê jin xwe ji nasnameya jinê ya modernîteya Kapîtalîst ava kirin, dûr bixînin.

Di çarçoveya rêziknameya ji aliyê tevgera jinê ya herêma Baselê hat qebûlkirin de, bi navê "Meclîsa jinê ya Herêma Baselê ya Ronahî" hat îlankirin. Di bin sîwanê meclîsê de komîsyonên "Rêxistinbûyîn", "Dayikên Aştiyê", "Têkiliyên Derve", "Disîplîn", "Perwerde" û "Jinên Ciwan" hatin avakirin û endamên wan hatin hilbijartin. Ji bo berdevkiya demî ya meclîsa ji 41 endaman, Elîf Demîrok, Fatma Matûr, Asiyan Ertokûs hat destnîşankirin. 

Piştî hilbijartinê, civîn bi stranên hunermenda Navenda Çandê ya MED Pinar Yildiz bi dawî bû.