Meclisa Jinan a BDP’ê banga têkoşînê li hemû jinan kir

Meclisa Jinan a BDP’ê banga têkoşînê li hemû jinan kir

Meclisa Jinan a BDP’ê di derbarê qetilkirina du zarokên keç yên li Sêrtê de daxuyaniyek dan û got: “Li Sêrtê di heman rojê de du zarokên keç bi awayekî hovene hatine qetilkirin û ev jî wêneyê Tirkiyeyê yê mijara jinan nîşan dide.  Ev wehşeta li Sêrtê sedema rakirina qiyametê  ye. em bang li hemû jinan dikin ku rabin têkoşînê.

TUNDÎ LI SER JINAN JI SEDÎ 1400 ZÊDE BÛ

Meclisa Jinan diyar kir ku, di dema AKP’ê de tundî ali ser jinan zêde bûye û got: “Ji roja ku AKP hatiye destilatdariyê tundiya li ser jinê ji sedî 1.400 zêde bûye. Ev yek li erdnîgariya Kurdistanê ji polîstaya şer ne serbixweye. Li dijî têkoşina gelê kurd polîtîkayên şer yên tên meşandin li ser jinan jî pêk tên. AKP ji roja ku bûye desthilatdar, sererastkirinên di derbarê jinan de derxistine ji bo pergala serdest bûye hêz.

Jinên rastî tundiyê tên, serî li saziyên dewletê didin û bê encam dimîne.  Ji ber vê jî ev mirina jinan encam dibe.”

ÇAPEMENÎ HAT REXNEKIRIN

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “AKP’ê qada çapemeniya xwe ava kiriye. Bi vê yekê polîtîkayên qirkirina jinan ji rayagiştî  vedişêrin.  Nûçeyên tundiyê girîng nabînin.  Bi vî awayî jî modela civakî ya ku dixwaze diafirîne. Civakê fêrî van kuştinandikin û wek normal dide hîskirin.

Her roj jin ji ber tundiya ku dibîne, tên kuştin. Rola ku AKP’ê li jinan daniye bi awayekî vekirî li holê ye.  Rojê bi giştî 5 jin tên kuştin.  Ev jî êdî tê wateya qirkirina jinê.  Mêrên ku jinan qetil dikin jî rastî cezayên pir biçûk tên.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komkujiya dawî li Sêrtê pêk hat. Demek berê jî skandala tecawîzê li wir rû dabû. Li Sêrtê di heman rojê de du zarokên keç hati qetilkirin.  Ev jî wêneyê Tirkiyeyê yê di derbarê jinê de ye. Ev jî sedema rakirina qiyametê ye.

Zarokên ku temenê wan yek 13 û 15 bû di bin navê namûsê de bi awayekî hovene  hatin qetilkirin. L. B ya 15  bi tifinga neçîrê hat kuştin. S.O ya 13 salî qirêka wê jê kirin. S.O hêj têkoşîna jiyanê dide. Malbata wê her çiqas bêje întîxare jî, em baş dizanin ku hatiye qetilkirin.

Em wek meclisa jinan vê qirkirinên nelet dikin. Em dê li qadan bertekên xwe nîşan bidin. Em dê şopdarê vê bin.”