Meclîsa HDK ya Amedê: Li Licê gule li aştiyê hatiye reşandin
Meclîsa HDK ya Amedê: Li Licê gule li aştiyê hatiye reşandin
Meclîsa HDK ya Amedê: Li Licê gule li aştiyê hatiye reşandin
Meclîsa Amedê ya HDK'ê, li gundê Hêzan ê Licê gulereşandina li girseya gel a çêkirina qereqolê protesto dikir û kuştina Medenî Yildirim ê 18 salî ya di vê bûyerê de şermezar kir û got, "Li Licê gule li aştiyê hatiye reşandin."
Meclîsa Amedê ya HDK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, li gundê Hêzan ê Licê gulereşandina li girseya gel a çêkirina qereqolê protesto dikir û kuştina Medenî Yildirim ê 18 salî ya di vê bûyerê de şermezar kir
Di daxuyaniyê hat bibîr xistin, ku roja 28'ê Hezîranê li gundê Hêzan ê navçeya Amed Licê, girseya gel a çêkirina avahiya nû ya qereqolê protesto dikir, li gulereşandina leşkeran rast hat û di encamê kesekî jiyana xwe ji dest dan 3 jê giran 10 kes birîndar bûn. Meclîsê destnîşan kir ku ev bûyera li Licê gulereşandina li aştiyê ye.
Di daxuyaniyê hat ragihandin ku divê dewlet pêwistiya wê bike û xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve û hat destnîşankirin ku di encama fedekariya aliyê Kurd de qonaxa yekemîn a pêvajoya çareseriyê temam bûye û ew derbasî qonaxa duyemîn bûne.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Li gel vê helwesta bi berpirsya a aliyê Kurd, hukûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd û Rêberê wê zimanekî şerxwaz bikar tîne, cerdevanên nû tên girtin, qereqolên nû tên çêkirin û li şûna gerîla vala kirine, cerdevan û leşker tên bicihkirin. Gulereşandina li sivîlên bi pankarta "Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin" protesto lidar dixistin, nîşaneya vê nêzîkatiyê ye. Bi vê êrişê re gule li aştiyê hatiye reşandin. Em vê êrişa li dijî gel şermezar dikin û dixwazin ku berprsiyar tavilê ji wezîfeyê werin girtin. Pêwîste hukûmet tavilê destê xwe ji çêkirina qereqolan vekişîşne, hejmara cerdevanan zêde neke û di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de gavên demokratîk bi avêje."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku weke Kongreya Civaka Demokatîk ew di wê baweriyê de ne ku bi xwedîderkeitna li aştiya navbera gelan, bi bilindkirina daxwazên wekhevî, azadî û biratiyê re, wê pêşerojek ji bo gelan li ser vê axî şîn bibe.