Meclîsa Gel a Nurnbergê 3. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî
Meclîsa Gel a Nurnbergê 3. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî
Meclîsa Gel a Nurnbergê 3. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî
Meclîsa Gel a Nurnbergê, 3. Kongreya xwe ya Asayî lidar xist. Kongre yadî Aysel Eşîyok a di 29'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, hat kirin.
Di kongreyê de rewşa siyasî ya li welêt hat nirxandin û hat destnîşankirin, ku girîngiya meclîsên gel ên li Ewrûpayê zêdetir bûye û di meclîsên gel ên li herêman de demokrasî û rêbazên demokrasiyê esas in. Hat ragihandin ku ji bo pêvajoya çareseriyê weke Meclîsa Gel a Nurnbergê amade ne hemû berpirsyariyên xwe bicih bînin û hat destnîşankirin ku têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê dewam bike.
Li dû axaftinan, rapora salekê ya karên Meclîsa Gel a Nurnbergê hat nirxandin, rexne li kêmasiyan hatin kirin û ji bo sala pêş plansaiyek hat derxistin.
Di dawiya kongreyê de jî hilbijartin hat kirin û ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gel a Nurnbergê Senem Kartal û Riza Kocadag hatin hilbijartin. Her weha ji bo meşandina xebatan jî, 6 komîsyon hatin avakirin û di van komîsyonan de jî 60 kes wezîfeyê dikin.