Meclîsa Ciwanan a Zurichê ava bû

Meclîsa Ciwanan a Zurichê ava bû

Ciwanên Kurd ên li bajarê Swîsre Zurichê hatin cem hev, piştî amadekariyek 8 mehan Meclîsa Ciwanan a Zurichê îlan kirin.

Kongeya damezrandinê ya bi beşdariya 46 degeleyan, li Komeleya Çanda Kurd a li Zurichê pêk hat. Di kongreyê de li ser rewşa siyasî gotûbêj hatin kirin û ciwanan wezîfeyên xwe yên li pêşberî pêvajoyê nirxandin.

Di kongreyê de, xebatên ciwanên Kurd ên li Zurichê bi dorfirehî hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku pêwistî êdî bi rêxistinbûyîneke Meclîsê heye.

Di Meclîsa Ciwanan a hat avakirin de 38 endam cih digirin û 5 komîsyonên di bin sîwana wê de kar bikin, hatin destnîşankirin.