Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê tê damezrandin
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê tê damezrandin
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê tê damezrandin
Di Konferansa Aştî û Demokrasiyê a li Brukselê de, di dema gotûbêjên li ser modêlên rêxistinbûyînê de biryar hat dayîn Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê bê avakirin. Ev pêşniyar di encama dengdanê de hat pejirandin.
Di rûniştina piştî nîvro ya Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li paytexta Belçîka Brukselê de, li ser navgînên beşdariya li pêvajoya çareseriyê yên gelên Kurdistan û Tirkiyê nîqaş hatin kirin.
Di gotûbêjên li ser modêlên rêxistinbûyînê de li ser navê Yekitiya Hêza Demokratîk a li Elmanyayê Alî Mîtîl axivî û got, "Aştiyek navbera gelan, bi rûbirûbûna hemû komkujî, kuştinên kiryarên wan ne diyar, wendahî û qirkirinan dibe. Ji bo demokratîkbûyînê jî, naskirina mafê çarenûsa gelan, perwerdeya zimanê dayikê, mafên çandî û nasnameyî dibe."
Mîtîl ragihand ku pêvajoya demokratîkbûyînê jî bi tevgera civakî ya li her qadên jiyanê dibe û destnîşan kir ku deshilatdariya AKP'ê di encama zexta tevgerên civakî de wê paşve gavan biavêje.
Mîtîl da xuyakirin ku beşdariya Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê ya li pêvajoya demokratîkbûyînê, wê bibe sedem ku welatên Ewropa jî bi zext û qanûnên xwe re rû bi rû bimînin û destnîşan kir ku, rêya tevlêbûna li pêvajoya çareseriyê jî bi rêxistinbûyînê dibe. Mîtîl ev modêlên rêxistinbûyînê pêşniyar kir:
- Ji bo hemû kes, saziyên bawerî û nêrînên cûda yên siyasî yên ji Kurdistan û Tirkiyê tevlî pêvajoya demokratîkbûyîn û aştiyê bên kirin, bi beşdariya saziyên demokratîk, rêxistinên siyasî, saziyên baweriyan û takekesên beşdarî konferansê bûne, Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê bê avakirin. Hemû saziyên dixwazin tevlî vê meclîsê bibin û 20 şexsiyet dikarin cih bigirin. Divê ev meclîs ji tevlêbûnên nû re vekirî be.
- Ji bo Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin û raya giştî ya Ewropayê û siyaseta li Tirkiyê bala wan bikşînin ser pêvajoya çareserî û aştiyê, ev komîsyon werin avakirin:
a- Komîsyona rastî, rûbirûbûn û edaletê
b- Komîsyona ji bo raya giştî ya Ewropayê
c- Komîsyona têkiliyên bi gel re
d- Komîsyona huqûq, paqijiya rê û destûra bingehîn a nû
KOMÎSYONA JINÊ
Di gotûbêjên li ser van pêşniyaran de, bi taybetî li ser rewş û cihê jinê li nava van komîsyonan hat nirxandin. Hevseroka Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç ne weke komîsyoneke jêrîn weke komîsyoneke bingehîn "Komîsyona Azadiyê ya Jinê" pêşniyar kir.
Serokat Yekitiya Jinên Sosyalîst Esra Guben jî da xuykirin ku divê însiyatîfa jinê were xurtkirin û jin di tevahiya pêvajoyên destwerdanê de cih bigirin. Guben xwest, di nava meclîs û rêveberiyê de kotayeke jinê hebe û ji bo vê jî kotaya ji sedi 40 pêşniyar kir.
MECLÎS WÊ BÊ AVAKIRIN
Pêşniyara ji bo avakirina Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ji aliyê dîwanê ve ji dengdanê re hat vekirin û hat pejirandin. Bi vî rengî konferansê biryar da, meclîsekê ava bike.
Ji bo kar û barên vê komîsyonê jî Komîteyeke Amadekar hat avakirin.
KOMÎSYONA JÊRÎN WÊ BÊ AVAKIRIN
Piştî dengdanê li ser komîsyonan nîqaş hatin kirin. Li komîsyonan "Komîsyona Azadiye ya Jinê" û "Komîsyona Ciwanan" hat zêdekirin û ji van komîsyonan re wezîfe hat dayîn ku bi komîsyonên li konferansa Amedê hatin avakirin de, di nava ahengiyekê de bixebitin. Hemû komîsyon bi yek dengî hatin qebûlkirin. Li gorî vê yekê Komîsyona rastî, rûbirûbûn û edaletê, komîsyona ji bo xebatên raya giştî ya Ewropayê, komîskoya têkiliyên bi gel re, komîyona huqûq, paqijiya rê û destûra bingehîn a nû, komîsyona azadiyê ya jinê û komîsyona ciwanan hat avakirin.
Hevseroka KNK'ê xwest, li gorî şert û mercan kotaya ji sedî 40'î ya zayendî hedef bê nîşandan dan. Pêşniyara kotaya ji sedî 40'î bi zêdehiya dengan hat pejirandin.