Mazlûm-Der: Leşkeran bi zanebûn gule li gel reşandin
Mazlûm-Der: Leşkeran bi zanebûn gule li gel reşandin
Mazlûm-Der: Leşkeran bi zanebûn gule li gel reşandin
Mazlûm-Der Şaxê Amedê, encamên rapora xwe ya gulereşandina leşkerên Tirk li ser girseya li gundê Hêzanê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşan kirin ku li cihê bûyerê ti sedemeke ji bo gulereşandinê tinebû û li hemberî qereqolê û leşkeran çek nehatiye bikaranîn. Di raporê de hat gotin; "Daxuyaniyên rayedarên dewletê ne rast in. Hêzên leşkerî yekser gule li gel reşandine."
Mazlûm-Der Şaxê Amedê, têkildarî bûyera li gundê Hêzan a navçeya Lîceyê ya Amedê, ku di gulebarana leşkaran de ciwanê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn, li cihê bûyerê lêkolîn kirin û encamên lêkolîna xwe bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir. Koordînatorê Mazlûm-Der Şaxê Amedê Cîhan Ulsen daxuyaniyên rayedaran ên piştî bûyer bi bîrxistin û diyar kir ku li cihê bûyerê tedbîr nehatin girtin û ji ber vê yekê delîl bi awayekî rêk û pêk nehatin komkirin.
'LEŞKERAN GULE LI GEL REŞANDINE'
Ulsen çavdêriyên di raporê de cih girtin weha rez kirin: "Dema heyeta me gihişte cihê bûyerê nêzî qereqolê tu şewat û agir tunebû lê pişt re jêrî qereqolê şewat derket hate tesbîtkirin. Li cihê bûyerê li 4-5 cihên cuda şopa xwînê hate destbîtkirin. Li cihê bûyerê pet şîşe û pankart weke delîl hatin girtin. Di hevdîtinê hatin kirin de derket holê ku leşkeran ewil bombeyên gazê bikaranîn piştî bikaranîna bombeyên gazê, çalakvanan kevir avêtin û 2 molotof avêtin qada leşkeriyê û piştre leşkeran girse gulebaran kiriye. Bûyer ji ber şermezarkirina înşata qereqolan û tadîlata avahiya qereqolê derket hate tesbîtkirin. Di bûyeran de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê heya niha ti kes nehatiye binçavkirin. Leşkeran bi bombeyên gazê mafê çalakî û meşê asteng kirin û leşkeran li hemberî girseyê raste rast çek bikaranîn û li hemberî leşkeran ti êrîşên çekdarî pêk nehatin. Hêzên ewlehiyê raste rast bi çekan girse gulebaran kirin û Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da."
'DAXUYANIYÊN FERMÎ NE RAST IN'
Ulsen da zanîn ku daxuyaniyên rayedaran ên têkildarî bûyerê de ji baweriyê dûr in û kêmas in. Ulsen bilêv kir ku rayedaran bi daxuyaniyan careke din karmendên dewletê parastin û daxuyaniya waliyê Amedê ya 2 roj piştî bûyerê dayî ji rastiyê dûr e û wiha axivî: "Van daxuyaniyan gumana dê bûyer bê veşartin bi me de da çêkirin. Qalikên guleyên li cihê bûyerê hatin dîtin piştî lêkolîn ayîdî kîjan rayedar in bên tesbîtkirin û kê fermana gulebaranê da bên tesbîtin û bên binçavkirin. Em li benda vê yekê ne. Em dixwazin demildest lêpirsînekî bi hêz bêkirin û kiryar bên darizandin."