Mayinê li Ûrmiyê canê 2 xuşkan stend

Mayinê li Ûrmiyê canê 2 xuşkan stend

Li herêma Quçî ya bajarê Ûrmiyê, di encama teqîna mayinê de 2 xuşkên 13 û 20 salî ji yana xwe ji dest dan. 

Li gorî nûçeya kurdpa, du xuşkên bi navê Xezal (20) û Leyla (13) gava çûn zozanê Quçî yê bajarê Ûrmiyê, li qadeke kevin a leşkerên Îranê pêl mayinê kirin. 

Hat ragihandin, ji ber teqîna mayinê herdu xuşkên ji gundê Şerîfawa yê ser bi bajarê Ûrmiyê jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin, ji Adara sala 2013'an û vir ve 17 kes li Rojhilatê Kurdistanê li teqîna mayinan rast hatine, 3 ji van jiyana xwe ji dest dane, 14 jî birîndar bûne.