Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Selehedînê xwestin Ocalan azad bibe
Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Selehedînê xwestin Ocalan azad bibe
Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Selehedînê xwestin Ocalan azad bibe
Li Herêma Kurdistanê kampanya îmzeyan ya kû ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatibû destpêkirin, her diçe li rastî eleqeyek zêde tê. Rojnamevan, mamosta û xwendekarên Zanîngeha Selehedînê ‘Azadiya Ocalan’ xwestin.
Piştî kû li Ewrûpa, Qafqasya û Rojhilata Navîn ji bo komkirina 5 milyon îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kampanya hate destpêkirin, li Herêma Kurdistanê jî di konferansa ‘Hêza Ramana Rêber Apo û Bandora wî li ser siyaseta Kurd û Rojhilata Navîn’ de biryar hate girtin kû ji bo piştgiriya kampanyaya 5 milyon îmze li seransenrê Başûrê Kurdistanê ji bo komkirina 1 milyon îmze kampanya ‘Azadiya Ocalan û Girtiyên Siyasî’ were destpekirin. Kampanya ji bo azadiya Ocalan di 1’ê Gulanê de li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya rêkxistinên civakî û girtiyên siyasî ve hate destpêkirin. Heta niha bi sed hezaran îmze li Herêma Kurdistanê hatine komkirin û her kû diçe beşdarbûna kampanyayê zêde dibe.
Di vê çarçovê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Cigerê Serokê Herêma Kurdistan Kusret Resûl, Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayezî, Yekem Xanima Iraqê û hevjîna Serokomarê Irakê Hêro Xan, wezîr û gelek parlementerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jibo azadiya Ocalan îmze havêtin.
Bi vê bûneyê li Fakûlteya Rêveberî û Aboriyê ya Zanîngeha Selehedînê mamosta, xwendevan û rojnamevan li ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yajibo gelê Kurd û pêvajoya siyasî a kû li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. Mamosta, rojnamevan û xwendekarên kû ji ajansa me re axivîn dan zanîn kû di pêvajoyek wiha de mayîna birêz Ocalan di zindanê de bi serê xwe weke şerm û rûreşiyek ya demokrasiya çaxa em tê de dijîne. Herwiha dan diyar kirin kû, jibo Rêber Ocalan bikaribe rola xwe ya rêbertiyê di vê pêvajoyê de bileyze û pêvajo hîn zêdetir û zû pêşbikeve pêwîste ji zindanê azad bibe û jibo dahatoya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn projeyên xwe bi piştevaniya gel bêxe di jiyanê de û sîstema kû civakê ji nav tartiyê derbixe ronahiyê bide rûnişkandin.
Hînkere Zanîngeha Selehedînê Dr. Luqman Osman Omer jibo azadiya Ocalan nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Ocalan jibo gelê Kurd û mirovahiyê kesateyek ew qas giringe kû bi sedsalan carekê kesayetek ev qas girîng tê nav civakê. Lê mixabin ev 14 sale di encama komployek navnetewî de radestê dewleta faşist Tirkiyê hatiye kirin û di zindanê de ye. Divê demek ya ji ya din zûtir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zîndanê azad bibe.”
Hînkerê Zanîngeha Selehedînê Cemîl Abdulkerîm Ebdullah jî da diyar kirin kû Rêber Abdullah Ocalan jibo tevahî gelê Kurd xwedî girîngî û nirxek bê hempaye û ji ciwantiya xwe heta niha jibo azadiya gelê Kurdistan û bidestxistina nirxên netewî yên Kurd têkoşaye û axiftina xwe wihadomand: “ Lewra divê ji zîndanê azad bibe û kampanyaya kû jibo birêz Ocalan jî hatiye destpêkirin pêwîste em gelê Başûr ji bo xwe wek erkek netewî bibînîn û piştgiriya xwe jêre bidin nişandan.”
Xwendevana zanîngehê ya binavê Bêrîvan Bulut jî hestên xwe yên jibo Ocalan bi van gotinan rêz kir: “Ez weke xwendevanek ya Wargeha Mexmûrê kû li Zanîngeha Selehedînê dixwînim pir keyfxweşim kû li seranserê welatê me Kurdistan û gelek welatên Ewrûpa û cîhanê jibo azadiya Rêberê me Ocalan kampanya îmzeyan hatiye destpêkirin. Bitaybet li Herêma Kurdistanê destpêkirina vê kampanyayê şanaziyek mezin bi me re çêkir û em dibînîn ji asta rêveberiya Herêmê heta welatiyek asayî jibo azadiya Ocalan îmze davêjin û gihiştin wê encamê kû, birêz Ocalan jibo gelê Kurd kesayetek bê hempa û xwedi nirxek cudaye û bi azadbûna wî, wê gelê Kurd bigeha azadiya xwe.”
Herwisa xwendevanê binavê Hengaw Mihemed jî bi awayek xemgînî da diyar kirin kû mixabin birêz Abdullah Ocalan li şûna kû niha di nav gelê xwe de bi awayek azad siyaset bikiriba, di zindana dewleta Tirk a faşist de ye û wiha bilêvkir: “Birêz Abdullah Ocalan ne ji rêberên gelan yên rezeye, ew filozof û bîmendeke hemû tekoşîna wî jibo azadiya mirovahî û jiyanek wek hev ya civakan bûye. Jiber vê jî pêwîste bêy nîqaş û bêyî şert û merc birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bê serokatiya gelê bike.”