Mamostayê xwendekara xwe tacîz kir hate girtin
Mamostayê xwendekara xwe tacîz kir hate girtin
Mamostayê xwendekara xwe tacîz kir hate girtin
Li Amedê mamostayê ku bi hinceta tacîz li xwendekara xwe kir, hate girtin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, roja 23’ê Nîsanê mamostayê binavê S.C xwendekara xwe bire derdora Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê, ji aliyê welatiyan ve bi awayek kirêt di wesayîtê de hatin dîtin û agahî dan polîsan.
Mamostayê hate binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Hate hînbûn ku, Midûriyeta Bajar ya Xizmetên Civakî jî ew xwendekar xiste bin parastinê.