Malbatên Roboskiyê: Em nahêlin doz bê ji bîrkirin

Malbatên Roboskiyê: Em nahêlin doz bê ji bîrkirin

Malbatên Roboskiyê bal kişandin ser hewldanên AKP'ê yên ji bo jibîrkirina komkujiyê û gotin "Gelo ev helwesta û nêzîkbûna dijî mirovahiyê, çawa dikare alîkariyê bide pêvajoya çareseriya pirsgrêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê.?"

Malbatên Roboskiyê ji bo komkujiya tê 34 welatiyên sivîl ên di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin, şermezar bikin û bixwazin hesap ji kujeran bê pirsîn di hefteya 80. de li ser gorên zarokên xwe kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. 
Malbatan dîsa wêneyên zarokên xwe rakirin û xwestin hesap ji kujeran bê pirsîn. Di daxuyaniya li ser navê malbatan hatiye dayîn de hate gotin ku ev 561 roj in li ser goristana zarokên xwe ketine dû edeletê û ev tişt hatin diyarkirin: "Lê mixabin ew kesên ku, komkujiya hovane pêk anîn ji aliyê dewlet û hukûmeta TC'ê ve hatine veşartin û parastin. Nêzîkbûn, nêrîn û ramanên siyastmedarên dewlet û partiya deshilatdar a AKP'ê li hemberî vê komkujiyê, helwestekî cihê şermezariyêye."

Malbatan pirsên wekî, 'Gelo çima AKP bi vî rengî nêzî dosyayê ya Roboskiyê dibe û hewl dide bûyerê bide ji bîrkirin? Gelo ew nêzîkbûn û helwesta dijî mirovahiyê bi çi rengî alîkariyê dide pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û demkoratîkbûyîna Tirkiyê?"

Di dewama daxuyaniyê de komkujiyên di dema Komara Tirkiyê de li dijî kurdan hatine kirin hatin bibîranîn û wiha hate gotin: "Zîlan yek ji wane, Agirî yek ji wane, Dersîm yek ji wane, Sîvas, Gazî û Mereş jî komkiyên li hemberî kurdan hatine kirin e. Kurdan hînê ew birînên xwe yê kûr û xedar ji bîr ne kirine. Niha jî destên reş ên dagîrker birînekî nû di laş û ruhê me de vekirin. Ev birîn, birîna Roboskiyê ye. Serpêhatiya 34 jiyanên ciwan. Çîroka 34 hêviyên çilmisî. Destana 34 jiyanên bê miraz. Ev Roboskiye û ev birîna dawî ti car nayê ji bîr kirin."