Malbatên Roboskiyan daxwaza edaletê dikin

Malbatên Roboskiyan daxwaza edaletê dikin

Malbatên 34 welatiyên ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan di roja 687'an de li ser gorên zarokên xwe çalakiyên xwe berdewam kirin û aqûbeta zarokên xwe pirsîn. Malbatan diyar kirin ku, biryara DMME'ê ya derbarê gundên Kuşkonar û Koçagi di cih de ye û xwest hesabê komkujiyê jî bê pirsîn.

Malbatên Roboskiyê di roja 687'an de li ser gorên zarokên xwe ji bo kujer bên darizandin û hesab bê pirsîn çalakiyên xwe berdewam kirin. Malbatên 34 welatiyên sivîl ku di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balefirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin, çalakiya xwe ya her Pêncem pêk tîne, vê hefteyê jî berdewam kir. Malbatên Roboskiyê di hefteya 98'an de dîsa li ser gorên zarokên xwe kom bûn û xwestin hesabê komkujiyan bê pirsîn.

Li ser navê malbatan Velî Encu diyar kir ku, heta niha hesab ji komkujiyên Zîlan, Helebce, Dêrsim, Sêwas û Gurgumê nehat pirsîn û ji ber vê yekê heta niha hesab ji komkujiya Roboskiyê jî nehatiye pirsîn. Encu anî ziman ku, di sala 1994'an de li gundê Kuşkonar û Koçagi 38 welatî hatibûn kuştin û wiha got. Parêzeran ev doz bir Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME). DMME'ê Tirkiye mehkûmî 2 milyon 305 hezar Euro kir. Em kujerên 38 welatiyên bi vî rengî bê cezakirin erênî dibînin. Em dixwazin ev biryar ji bo Roboskî jî li ber çavan bê girtin.

Malbatan piştî li ser gorên zarokên xwe dua kirin ji ser goran veqetiyan.