Malbatên Roboskî name ji hikûmeta Danîmarka re şandin

Malbatên Roboskî name ji hikûmeta Danîmarka re şandin

Malbatên Roboskî li hemberî betalkirina lîsansa ROJ TV, NÛÇE TV Û MMC TV nerazîbûn nîşan dan û ji hikûmeta Danîmarkayê re nameyek şandin. Di nameyê de hat gotin ku ya destpêkê Qetlîama Roboskî dît ROV TV bû û hat xwestin ku biryar bê betalkirin.


Li hemberî biryara girtina kanalên Kurdî ROJ TV, NÛÇE TV û MMC piştgiriya herî bi wate ji aliyê malbatên gundê Roboskî ve hat. Malbatên Roboskî ku kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin di nameya ku bi serenavê, “Ji hikûmeta Danîmarka re” hat nivîsandin de, destnîşankirin ku piştî li ser qetlîama Roboskî re 12 saet derbas bû jî medyaya Tirkiyeyê ya navendê qetlîam nedît.


Nameya ku malbatên Roboskî îmze kirine wiha ye:


“Di 04’ê Tîrmeha 2013’an de biryara we ya betalkirina lîsansa Roj TV, NÛÇE TV û MMC û her wiha cezayê pereyan aşkera xuya dike ku biryareke ku azadiya agahîwergirtina mirovan asteng dike û bêdengkirina çapemeniya azad e. Di 28’ê Kanûna 2011’an de li Roboskî  34 mirov hatin qetilkirin. Medyaya Navend a li Tirkiyeyê 12 saetan  ev qetlîam nedîtiye. Ya ku ev qetlîam bi her awayî daye ROJ TV ye. Em vê biryara we ya li hemberî çapemeniya Kurd wek malbatên Roboskî destnîşan dikin ku em qebûl nakin û wek kesên  nav û îmzeya wan li jêr em daxwaz dikin ku tavilê ji vê biryara şaş dest berdin.”