Malbatên Roboskî ji bo ROJ TV dest bi kampanya îmzeyan kirin
Malbatên Roboskî ji bo ROJ TV dest bi kampanya îmzeyan kirin
Malbatên Roboskî ji bo ROJ TV dest bi kampanya îmzeyan kirin
Malbatên Roboskî ji bo hukûmeta Danîmarka biryara xwe ya betalkirina weşanên NÛÇE TV, ROJ TV û MMC şûnde bikşîne, dest bi kampanya îmzeyan kirin.
Li ser navê malbatên Roboskiyî Velî Encu di 79. hefteya komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Encu got, "Îro, di ser komkujiya Roboskî re 554 roj derbas bûn, lê hînê gavek dilê me malbatên Roboskî rehet bike, heta niha nehaiye avêtin. Hînê xwîn ji dilê me tê û êşa roja destpêkê dijîn. Mehkemenekirina kiryarên ewçend zelal û li ber çavan nîşan dide ku li Tirkiyê mirovahî qediyaye. Em ji tevahiya raya giştî re diyar dikin, ku hukûmeta AKP'ê ya di her mijarê de xwe li ser her tiştî dibîne, wê di bin komkukjiya Roboskî de bimîne. Beriya çend rojan Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Şahîn dabû xuyakirin ku welatiyên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane, wê têkevin statuya şehîdan û wê ji her malbata welatiyekî re kadroyek bê dayîn. Em ji vê derê ji herkesî re îlan dikin, ku heta kujerên komkujiya Roboskî neyên dîtin û darizandin, emê ti pereyê qirêj ê dewletê qebûl nekin. Hînê beriya çend rojan der heqê 100 mirovên me de lêpirsîn vekirin û li her yek ji mirovên me 3 hezar TL cezayê pereyan hatibû birrîn. Samimiyeta van, ji dilbûyîna van, bi tenê polîtîkayên wan ên qirêj û faşîst ên li ser me dimeşîn e."
"AŞTIYEKE RASTÎ"
Encu da xuyakirin ku weke Malbatên Roboskiyî, ew ji polîtîkayên hukûmeta AKP'ê dimeşînin fikaran dikin û got, "Ji aliyekî ve qala aştiyê dikin, ji aliyê din ve jî li Licê gule li gelê sivîl direşînin. Em ji malbata hevalê xwe Medenî Yildirim sebir û ji birîndaran jî şîfa dixwazin. Em weke malbatên Roboskiyî vê êrişê bi tundî şermezar dikin û dixwazin berpirsyar bên cezakirin. Em dixwazin hukûmeta AKP'ê û Serokwezîr dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin. Em ne aştiyeke devkî, aştiyeke rastî dixwazin."
'ROJ TV HAYA CÎHANÊ BI ROBOSKÎ HESAND'
Encu da xuyakirin ku biryara dadgeriya Danîmarkayê ya betalkirina lîsansên MMC, ROJ TV û NÛÇE TV nayê qebûlkirin û got, "Em dizanin ku ev biryar ji bo nixumandina zilma li Kurdistanê hatiye dayîn e. Weke ku tê zanîn, roja komkujiya Roboskî rû da, çapemeniya li Tirkiyê ya navendî, nexwest komkujiyê bibîne, hewl da komkujiyê rewa nîşan bide û ket nava hewldanên manîpulekirinê. Ya ku ev komkujî hînê di saeta destpêkê de bi raya giştî re parve kir, ROJ TV ye. Ji ber vê yekê em bang li hukûmeta Danîmarkayê dikin, ku tavilê ji vê biryara xwe ya şaş vegere. Em eşkere dikin, ku ji bo hukûmeta Danîmarka ji biryara xwe ya şaş vegere, dest bi kampanya îmzeyan dikin. Îmzeyên li Roboskî hatin komkirin, emê ji hukûmeta Danîmarkayê re ragihînin."