Malbatên gerîlayên PKK'ê li Amedê gihiştin hev

Malbatên gerîlayên PKK'ê li Amedê gihiştin hev

Malbatên gerîlayên PKK'ê yên zarokên wan di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn ji bo "Pêvajoya Çareseriyê" niqaş bikin li Amedê hatin cem hev.

Malbatên gerîlayên PKK'ê yên zarokên wan di demên cuda û li cihên cuda de di şer û bûyeran de jiyana xwe ji dest dabûn ji bo pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî ya Amedê de îlan kir niqaş bikin û pêşniyarên xwe bînin ziman li Amedê hatin cem hev. Malbatên endamên PKK'ê yên di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Mezopotamya (MEYA-DER) de li salona Civînê ya Wedat Aydin a Rêxistina BDP'a Amedê kom bûn, civîn pêk anîn. Di civînê de nêzî 10 kesên ku ji malbatên gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ku ji gelek bajarênderdorê hatine amade bûn. Li salonê posterê Ocalan û pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz hat vekirin.

Dîsa alên KCK û PKK'ê li salonê hatin vekirin. Li salonê pankartên "Em dayik wê bibin pêkhênerê perspektîf û pêvajoya serokatî daye destpêkırın", "Em ji bo gelê kurd ê tiyê azadiyê ji bo azadiyê ber bi serkeftinê ve dimeşin" û "Jiyana azad Kurdistan azad" vekirin. Civînê bi rêzgirtinê û silogana "Şehid namirin" dest pê kir. Piştre peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bi rêya heyetê ji malbatên PKK'ê re şandibû hat xwendin. Peyam bi deqeyan li ser piyan bi çepikan hat bersivandin. Girsê piştre peyam bi silogana "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kir.

Piştre MEYA-DER'ê daxuyanî da û diyar kir ku gelê kurd bi têkoşîn û bedelên giran ên malbatan dan gihiştin vê rojê MEYA-DER'ê anîn ziman ku ev pêvajo ji aliye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Civînê piştre ji çapemeniyê re girtî dest pê kir