Malbata kurê wan li leşkeriyê hatî kuştin torena leşkerî red kir

Malbata kurê wan li leşkeriyê hatî kuştin torena leşkerî red kir

Ciwanê Dêrsimî Mahsum Yap ê li Tugaya Piyade ya 54’emîn Mekanizeyê leşkerî dikir bi awayekî şik kuştî hat dîtin. Ji bo cenaze defin bikin anîn Dêrsimê. Malbata Yap diyar kirin ku dê merasima leşkeri nekin.

2 roj berê ciwanê kurd ê Dêrsimî Mahsum Yap ku li Tugaya Piyade ya 54’emîn Mekanizeyê leşkerî dikir di encama lêxistina makînê de jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku maşînê bi qezayê li Yap xistiye û jiyana xwe ji dest daye. Yap ku 6 meh bûn leşkerî dikir, ajokarê Fermandariya Tugayê lê xist Yap piştî ket bin erebeyê jiyana xwe ji dest da. Yap ku ji Dêrsimê ye anîn Dêrsimê. Malbata Yap cenazeyê kurê xwe anîn Dêrsimê û dê li Dêrsimê defin bikin. Piştî rapora otopsiyê ya Stenbolê cenazeyê Yap bi balafirê anîn Balafirgeha Xerpêtê. Malbatê cenazeyê xwe wergirtin û anîn Cemxaneyê. Malbatê anîn ziman ku dê merasima leşkerî nekin û li gorî kevneşopî û baweriya elewiyan defin bikin. Cenazeyê Yap dê li Goristana Demirkapi bê definkirin.